34. salvegera 12’ê Îlonê hat şermezarkirin

34. salvegera 12’ê Îlonê hat şermezarkirin

Di 34. Salvegera darbeya 12’ê Îlonê de rêxistinên girseya demokratîk ên ji Tunelê ber bi Qada Galatasaray ve meşiyan faşîzma 12’ê Îlonê şermezar kirin. Meşvanan diyar kirin ku 12’ê Îlonê bi AKP’ê re didome û heta Tirkiyeke wekhev, azad, demokratîk ava bikin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Di pêşengiya Hewldana 78’an de rêxistinên girseya demokratîk ên ji Tunel heta Qada Galatasaray meşiyan û bi yekdengî darbeya 12’ê Îlonê şermezar kirin. Di çalakiyê de ADEM-DER, DBP, DÎSK, Emeklî-Sen, HDP, ÎHD, EHP, ODP, TTB, EMEP, Partiya Keskan û Pêşeroja Çep jî amade bûn. 

Girseya ku bi dirêuşmayan hat ber Qada Galatasaray di bin dorpêça polîsan de ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin. Daxuyaniya hevpar ji aliyê Berdevkê Hewldana 78’an Yunus Bîrcan ve hat xwendin. Bîrcan diyar kir ku 12’ê Îlonê di dema hikûmetên AKP’ê de jî li saziyên xwe yên bingehîn de dewam dike.

Bîrcan bi bîr xist ku ji bo avakirina siberojên wekhev, azad û demokratîk pêwîst e pirsgirêkên Kurd, Elewî û demokrasiyê bên çareserkirin, ji bo avakirina azadiya gelan û xwişk û biratiyê divê destûra bingehîn a darbeya 12’ê Îlonê û qanûnên wê bên rakirin.

Bîrcan di dewama axaftina xwe de got ku pêwîst e girtiyên nexweş bên berdan û Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bibe mûzeya mafê mirovan û got: “Tenê dema mirov hesab ji demên buhrî bipirse dikare pêşiya roniyê veke.”

Piştî daxuyaniyê girse di bin siya polîs û TOMA'yan de çalakiya rûniştinê pêk anîn.