34 karkerên li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bîranîn
34 Karkerên di 1'ê Gulana sala 1977'an de li Qada Taksimê hatin qetilkirin, bi merasîmekê hatin bibîranin.
34 Karkerên di 1'ê Gulana sala 1977'an de li Qada Taksimê hatin qetilkirin, bi merasîmekê hatin bibîranin.
34 Karkerên ku di 1'ê Gulana sala 1977'an de li Qada Taksimê hatin qetilkirin, li Hevraza Kazanci hatin bibîranin.
34 karkerên ku di 1'ê Gulana 1977'an de li Qada Taksimê hatin qetilkirin bi merasimekê hatin bibîranîn. Bîranîn bi tevlîbûna endam û rêveberên HDP, ÎHD û Hewldana 78'an û nûnerên saziyên sivîl ên civakî li Hevraza Kazanci pêk hat. Komê di bîranîna qetilkirina 34 kesan ku wekî "1'ê Gulanê ya bi Xwîn" tê zanîn de wêneyên karkeran rakirin û pankarta "Bila Komîsyona lêkolîn û hesabpirsînê ya 1'ê Gulana 1977'an bê avakirin" vekirin. Di bîranînê de polîsan qad dorpêç kir û Koma karker û kedkaran jî siloganên “Qada Taksimê Qada 1'ê Gulanê ye" û “Şehîdên Şoreşê nayên ji bîrkirin" berz kirin. Serokê Hewldana 78’an Yûnûs Bircan, diyar kir ku qada Taksimê qadek cemaweriyê ye û wê her dem wekî qada cemaweriyê bê hiştin.
Piştî daxuyaniyê ji bo kesên li Hewraza Kazanci hatin qetilkirin hatin bibîranîn û rêz ji bo wan hatin girtin.