34 ciwan tevlî YPG/YPJ’ê bûn

34 ciwan tevlî YPG/YPJ’ê bûn

Li Efrînê 34 ciwan tevlî nava refên YPG/YPJ’ê bûn. Cîwan piştî perwerdeya bingehîn wê li ser yekîneyan bêne belav kirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Di merasîman de Serokê Desteya xweparastinê Ebdo Ibrahîm amade bû  İbrahîm bal kişand ser êrîşên li hember Kobanê û roja cejnê wiha got: “Em wek Yekîneyên Parastina Gel cejna xwe bi tevlîbûna endaman ji bo parastina rûmeta gel pîroz dikin. Bila berxwedana bi rûmet a Kobanê bibe dersek ji komên çete re.”

Îbrahîm destnîşan kir ku wê tu hêz nikaribe hêza şervanên YPG/YPJ’ê û îradeya gelê Kurd bişkînin û wiha dewam kir, "Bi saya xwîna şehîdan xwe bigihin serketinê û wê hêzên tarî negihêjin armanca xwe. Tevlîbûna nava YPG’ê erka her mirovekî ku welatê xwe biparêze ye."
Merasîm bi sozdayînê bi dawî bû.