33 cangoriyên qetlîama Sirûcê li Parka Mehmet Ayvalitaş hate bibîranîn
33 cangoriyên qetlîama Sirûcê li Parka Mehmet Ayvalitaş a li Kadikoya Stenbolê hate bibîranîn. Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
33 cangoriyên qetlîama Sirûcê li Parka Mehmet Ayvalitaş a li Kadikoya Stenbolê hate bibîranîn. Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Rêxistinên ciwanan ji bo 33 cangoriyên qetlîama Sirûcê li Parka Mehmet Ayvalitaş a li Kadikoyê çalakiyek li dar xistin. Gaziya Sirûcê Çagla Seven û akademîsyenê aştiyê Tûna Altinel jî tevlî bîranînê bû.
Di çalakiyê de sloganên ‘Ji bo Sirûcê edalet, ji bo her kesî edalet’, ‘Dewleta qatil wê hesap bide’ û ‘Wê hesabê Sirûcê were pirsîn’ hatin berzkirin.
Akademîsyenê aştiyê Tûna Altinel di çalakiyê de axivî û got ku “Armanca 33 cangoriyan ne şer bû, aştî bû, lê hê li ser rê bûn hatin qetilkirin. Piştî vê qetlîamê êdî şer hate destpêkirin. Ji wê rojê û şûnde li er axê şer heye. Heta ku kujerên vê qetlîamê neyên darizandin wê ev tişt bidome. Em niha bang dikim, aştî, edalet û demokrasî.”
Li ser navê rêxistinên ciwanan daxuyanî hate dayin û hate diyarkirin ku heta xeyalên 33 cangoriyan were pêkanîn wê têkoşîn bidome.