3'yemîn rûniştina siyasetmedarên kurd a Wanê sibê dest pê dike

3'yemîn rûniştina siyasetmedarên kurd a Wanê sibê dest pê dike

3'yemîn rûniştina doza siyasetmedarên kurd a Wanê ya di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî heye dê sibê dest pê bike.
Li Wanê di 7'ê hezîrana 2012'an de li navenda Wanê û navçeyan li hemberî siyasetmedarên kurd û şaredariyên BDP'ê operasyona bi navê "KCK'ê" hatibû lidarxistin. Di çarçoveya operasyonê de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê berê BDP'a Wanê û parêzerê Buroya Hiqûqa Asrin Prz. Cuneyt Canîş, Şaredarê berê ya Elbakê yê ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir ji kar hatibû girtin Îhsan Guler, Serokê BDP'a Navçeya Bêgirê Mehmet Şîrîn Yildiz, Şanedarê Qelqeliyê Mûrat Dûrmaz, Serokê berê ya BDP'a Navçeya Elbakê û endamê KCD'ê Dervîş Polat, Şaredarê Artemêtan Abdûlkerîm Sayan, Serokê BDP'a Navçeya Çildêranê Metîn Adûgît, Serokê berê ya BDP'a Navçeya Erdîşê Velî Avci û Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî Halîs Çakir hatibûn binçavkirin û girtin. Di rûniştina yekemîn a ku di 22'yê çileyê de hatî dîtin Şaredarê Artemêtanê Abdulkerîm Sayan û Şaredarê Qelqeliyê Murat Durmaz hatibûn tahliyekirin.
RÛNIŞTINA SÊYEMÎN SIBÊ YE
3'yemîn rûniştina dozê dê sibê li 4'emîn Dadeha Cezayên Giran a Wanê bê dîtin. Ligel parêzerên girêdayî Baroya Wanê û gelek parêzerên baroyên herêmê, nûnerên saziyên sivîl ên navneteweyî jî dê tevlî rûniştinê bibin. Ji parêzerên Baroya Wanê Erhan Aksoy, diyar kir ku dê di rûniştina sibê de li ser delîlan nîqaş berdewam bike.