3 rojnamevan hatin berdan

Di danîşîna doza derbarê 8 rojnamevanên têkildarî merasîma cenazeyên endamên MÎT’ê yên li Lîbyayê miribûn kirbû hincet û doz lê hatibûn vekirin û şûnde, piştî parstinê heyeta dadgehê biryara berdana 3 rojnamevanan da.

Di danişîna doza 6 jê girtî 8 rojnamevanên ji ber nûçeyên xwe yên derbarê merasîma cenazeyên endamên MÎT'ê yên li Lîbyayê hatibûn kuştin de 3 rojnamevan hatin berdan. Dadgehê Gerînendeyê Weşana Giştî ya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser û Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû berda.

Gerînendeyê Weşana Giştî ya Odatv'yê Bariş Pehlîvan, nûçegihana Odatv'yê Hulya Kilinç û nivîskarê Yenîçagê Mûrat Agirel nehatin berdan.

Danişîn taloqî 9'ê Îlonê hat kirin