3 malbatên Başûrî bi navê cîhadê li Rojava di dijî birayên xwe şer dikin
3 malbatên Başûrî bi navê cîhadê li Rojava di dijî birayên xwe şer dikin
3 malbatên Başûrî bi navê cîhadê li Rojava di dijî birayên xwe şer dikin
Derket holê, ji Başûrê Kurdistanê bajarê Çomanê 3 zilam bi hevserên xwe re di bin navê cîhadê de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û li refên çeteyên ser bi El Qaîdeyê li dijî xwişk û birayên xwe şer dikin.
Li gorî agahiyên gihaştin ber destê ANF'ê ji Başûrê Kurdistanê bajarê Çomanê 3 zilam bi hevserên we re di bin navê cîhadê de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û li nava refên komên çete li hemberî xwişk û birayên xwe şer dikin.
Ev hersê malbatên ku ji bajarê Çomanê ji bo cîhadê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne navê wan wiha ne;
Abdilhedî Nûrî Mihemed navê hevsera wî Kurdistan Şahab Necmedîn
Ferhad Xidir Mistafa navê hevsera wî Şahî Umer Hemed Mihemed
Geylan Osman Resûl navê hevsera wî Nîgar Ebdelqadir Gelalî
Di êrîşên komên çete yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê de di encama berxwedana YPG'ê de beriya niha gelek ciwanên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê di nava refên komên çete de hatibûn zevtkirin.