3 kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

3 kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin

3 kesên di şewata li Kuçukçekmeceyê de jiyana xwe ji dest dan li Nisêbînê bi tevlîbûna hezaran kesan hatin definkirin.

Cenazeyên Elîf Erten (21) û zaroka wê ya 7 mehî Nîsa Nur û zaroka xizmê wan Fatma Erten (4) ên ku di şewata li taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Mohrîs a li taxa Dîcle ya Nisêbînê hatin definkirin.

Serokê Rêxistina BDP'ê yê Nisêbînê Abdulbarî Eren, rêveberên BDP'ê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, MEYADER, KURDÎ-DER, Dayîkên Aştiyê, DOKH û bi hezaran kes tevlî merasîma definkirina cenazeyan bûn.