26 binçavkiriyên li Enqerê sewqî edliyê hatin kirin

26 binçavkiriyên li Enqerê sewqî edliyê hatin kirin

Li Enqerê, 26 kesên  b sedema tevlî berxwedana Parqa Gezî bûne hatin binçavkirin, derketin edliyê.

Li gel endamên ESP, Halkevlerî, BDSP û kovara Odak 26 kesê di serdegirtinên 18'ê Hezîranê de li Enqerê hatin binçavkirin, îro derketin pêşberî Edliya Enqerê. 26 kesên bi wesaîtên polîsan anîn edliyê dirûşmên "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Her der Taksîm her berxwedan" qêriyan. Polêsan hewl dan nehêlin binçavkirî nîşaneya serketinê bikin, lê girseya gel a li ber edliyê li benda binçavkiriyan bû, bi dirûşman piştgirî dan wan.

Navên binçavkiriyan weha ne: "Cevahîr Ozkan, Alî Yilmaz, Gîzem Bayram, Can Delîdûman, Huseyîn Arlier, Mert Atmaca, Îbrahîm Akyol, Bîrkan Sabaz, Can Eroglû, Şahîn Îmga, Hakan Keskîn, Gulşah Ozturk, Akin Can, Osman Nûrî Orhan, Soner, Temel, Yoldaş Aydin, Hîkmet Tanil, Erdal Kozan, Yûsûf Can Yildirim, Bayram Balyan, Mahîr Çaglar, Tamer Morkoç, Mert Atmaca, Batûhan Ûlûerguven, Mazlûm Demîr û Hazal Kangal."