22 kesên tevlî bîranîna Denîzan bûn hatin destgîrkirin

Li Antalyayê 22 kesên tevlî bîranîna Denîzan bûn hatin destgîrkirin.

Ji pêşengên tevgera şoreşgre a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera darvekirinê de 6'ê Gulana 2023'an li ber Peykerê Attalos ê li Antalyayê hatin bîranîn. Bi hinceta tevlîbûna li bîranînê gelek kes hatin destgîrkirin.

Endamên rêxistinên civakî û partiyên siyasî jî di nav de 22 kes bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Antalyayê. Hate ragihandin ku der barê 30 kesên din jî biryara girtinê hatiye dayin.

Çend ji kesên hatine destgîrkirin bi vî rengî ne: Serokê Bajarê Antalyayê yê EMEP'ê Hasan Alkan, Serokê Şaxê Antalyayê yê Egîtîm-Senê Nûrettîn Sonmez, Eylem Karaman, Nehîr Dogan, Serhat Nejat Çelîk, Enes Keskîn, Ahmet Îzcî, Halûk Kûrt, Adem Palali, Kadîr Ozturk, Çîgdem Altintaş Peker, Hasan Ozseçen, Hasan Taşkin, Yaşar Saripinar, Dîde Sîmay, Oyku Agtaş, Omer Gurelî, Yelîz Teke, Derya Dînç, Sabrî Kirdar û Mahîr Dogan."