21 meh ceza li parlamentera HDP'yî Leyla Bîrlîk hate birîn
Bi îddîaya ku ‘heqaret li Serokkomar’ kiriye 21 meh ceza li parlementera HDP’yî ya Şirnexê Leyla Bîrlîk hate birîn û ceza nehate taloqkirin.
Bi îddîaya ku ‘heqaret li Serokkomar’ kiriye 21 meh ceza li parlementera HDP’yî ya Şirnexê Leyla Bîrlîk hate birîn û ceza nehate taloqkirin.
Rûniştina sêyemîn a doza parlementera HDP’yî ya Leyla Bîrlîk hate kirin a ku bi îddîaya ‘heqaret li Serokkomar’ kiriye, Bîrlîk lê tê darizandin.
Bîrlîk tevlî rûniştina li Dadgeha Cezayê Asliye yê Şirnexê nebû û heyeta dadgehê bi giştî salek û 9 meh ceza li Bîrlîkê birî.
CEZA NEHATE TALOQKIRIN
Dadgehê ceza taloq nekir.
Parêzerên Bîrlîkê jî wê ji bo îtîraz ceza, serî li Dadgeha Adliyeyê ya Herêmê ya Dîlokê bidin.