20 meh cezayê girtîgehê dane Aydogan a HDP’yî

Dadgeriya Tirk 20 meh cezayê girtîgehê li parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan birî.

Ji ber sedema axaftina wê ya sala 2012'an a di merasîma cenazeyê gerîlayê HPG’ê Oruç Ay a li navçeya Elbîstan a Mereşê de 20 meh cezayê girtîgehê li Nûrsel Aydogan a HDP’yî hate birîn, ku parlamenteriya wê hatibû xistin.

Serdozgeriya Komarê ya Mereşê fezlekeye têkildarî Aydogan kire îdîaname. Îdîaname ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a 2. a Mereşê ve hate qebûlkirin û hate îdîakirin ku Aydogan propagandaya PKK’ê kiriye.

Dadgehê cezayê ku li Aydogan birî taloq nekir û sedema wê jî wiha hate nîşandan ku dadgeha wan 'qanih nebûye ku cezayê wê were taloqkirin wê careke dî sûc neke.'

Parêzer piştî ku biryar bi berfirehî hate eşkerekirin wê îtîrazî biryarê bikin.

NE CARA PÊŞÎ YE

Aydogan di darbeya 4'ê Mijdarê de hatibû girtin û piştre hatibû berdan. Ji ber Aydogan hate berdan Serdozgeriya Komarê ya Amedê nerazîbûn nîşan dabû û biryara girtina wê dabû.

4 sal û 8 meh û 7 roj dabûne Aydogan. Piştî ku biryar hatibû pejirandin jî wekîltiya wê ketibû.

Dadgeha Cezayê Giran a 2. a Mêrsînê bi îdîaya ku 'propaganda rêxistinê kiriye' 10 meh cezayê girtîgehê lê birîbû.