2 çekdarên El-Qaîde hatin kuştin

2 çekdarên El-Qaîde hatin kuştin

Di êrîşa çekdarên El-Nusra ya li ser benda kontrolê ya gundê Mihemed Diyab de 2 êrîşkar hatin kuştin û 2 birîndar bûn.

Duh di saetên ber êvarê de komên çekdar ên Eniya El-Nusra yên girêdayî El Qaîde êrîşî benda kontrolê ya YPG᾿ê ku parastina gundê Mihemed Diyab a ku 10 km li başûrê Tirbespiyê kirin. Di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de pevçûn derket, di pevçûnê de 2 êrîşkar hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Li ser vê êrîşkar reviyan gundên derdorê û hinek ji wan reviyan bajaroka Til Koçer.