15’ê Sibatê li Fînlandiya û Kanedayê hat protestokirin
15’ê Sibatê li Fînlandiya û Kanedayê hat protestokirin
15’ê Sibatê li Fînlandiya û Kanedayê hat protestokirin
Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li paytexta Fînlandiyayê Helsinkî û bajarê Toronto ya Kanedayê hat protestokirin.
Li paytexta Fînlandiya Helskinkîyê meşek hat lidarxistin û meşê ji qada Stokman dest pê kir. di meşê de alên KCK, PJAK’ê û her wiha posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Her wiha bê navber dirûşmeyên ji bo Azadiya Ocalan hatin berzkirin. Di dema derbasûna meşê de welatiyên Fînlandiyayê eleqeyeke mezin nîşan dan. Di seranserê meşê de belavokên ku komplo vedigot hatin belavkirin.
Li ber parlamentoya Fînlandiyayê meş bi dawî bû û piştî meşê li ser navê Yekitina Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Komeleya Çanda Kurd daxuyanyek da hat dayîn.
Her wiha li bajarê Toronto ya Kanedayê jî 14’emîn salvegera komployê bi meşekê hat şermezarkirin.