14'ê Tîrmehê li Rûsyayê hate bibîranîn
Kurdên li Rûsyayê li Saratovê şehîdên 14'ê Tîrmehê bi bernameyekê bi bîr anîn û gotin Kurd li ser rêya şehîdan wê serfiraz bibin.
Kurdên li Rûsyayê li Saratovê şehîdên 14'ê Tîrmehê bi bernameyekê bi bîr anîn û gotin Kurd li ser rêya şehîdan wê serfiraz bibin.
Kurdên li navçeya Yerşovê ya Saratov a Rûsyayê şehîdên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn. Bîranîna li gundê Lobkî ya Yerşovê pêk hat.
Kurdên di bîranînê de hazir li ser giringiya Têkooşîna Azadiya Kurd û berxwedaniya zindana Amedê ya 14'ê Tîrmehê axivîn.
Endamê Komîteya Rûspiyan a gund Şêx Hadî di axaftina xwe de got ew pêgirê şehîdên têkoşîna azadiya Kurd in û diyar kir Tevgera Azadiya Kurd bi têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê li cîhanê tê dîtin û naskirin. Hadî her wiha got Kurd bi şehîdan heta bi roja îro hatine û ji nemanê xilas bûne, bi têkoşîna gerîlayên HPG'ê dikarin hilmê bistînin û li dijî înkar û îmhaya Tirk xwe li ser piyan dihêlin.
Her wiha Endama Meclîsa Jinan a Yeroşê Madîna Hamîdova jî axivî û got bi têkoşîna şehîdên 14'ê Tîrmehê têkoşîna Kurd heta bi îro hatiye û Kurd li ser rêya şehîdan wê serfiraz bibin.