14’ê Tîrmehê destan, çand, feraset û wêjeya berxwedanê ye
Dengê ‘berxwedan jiyane’ distire strana xwe ya serkeftin û berxwedaniyê, dîlana azadiyê digrin û wê dîlanê jî bi hezaran Kurd ji xewa giran şiyar kir.
Dengê ‘berxwedan jiyane’ distire strana xwe ya serkeftin û berxwedaniyê, dîlana azadiyê digrin û wê dîlanê jî bi hezaran Kurd ji xewa giran şiyar kir.
Li ser çalakiya Rojiya Mirinê re 43’ê sal derbas dibe, çalakiya ku dîwarê dagirkeriyê ji kok ve hilweşand û ji bo gelekî bindest bû riya vejînê. 14’ê Tîrmehê bû wesîleya Şoreşa Rojava ya ku di 19’ê Tîrmehê de li Kobanê destpê kir û çirûska xwe berda her deverên Kurdistanê.
Di sala 1982’yan de ji pêşengên PKK’ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek li zindana Amedê li dijî her şêwe êşkence û pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de dest bi çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin kirin. Ew roj li dijî polîtîkaya îmhakirinê û li dijî îmhakirina topyekûn riya serkeftin û azadiyê ye.
ŞOREŞA ROJAVA DESTKEFTIYÊN BERXWEDANIYA ZINDANÊ YE
Vê çalakiyê hovîtiya faşîzmê ya li hemberî Kurdan nîşanî mirovahiyê da û di heman demê de jî têkoşîn û îradeya Kemal Pîr û hevrêyên wî rêgeha têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê nîşan da. Rojiyê Mirinê bi xwe re gelek destkeftî afirandin. Yek ji van destkeftiyan jî Şoreşa Rojava ye. Ev şoreş ji tevahî cîhanê re bûye model û çavê tevahî dinyayê jî lêye. Ev berxwedaniya zîndanê jî bû wesîleya Şoreşa Rojava.
DIRÛŞMEYA ‘BERXWEDAN JIYAN E’ DILÊ AMEDÊ TIJÎ KIR KURDÊN RAZAYÎ ŞIYAR KIRIN
Eger îro li her derê berxwedaniyeke mezin hebe, ev yek berhema şoreşa zindanê ya 14’ê Tîrmehê ye. Gava qala şoreşa zindanê tê kirin Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmût Zengîn û Eşref Anyik, ‘Şeva Çaran’ tê bîra mirov. Hevalê Mazlûm Dogan got, ‘jiyana azad bi berxwedanê tê afirandin, teslîmiyet jî dibe sedema xiyanetê’. Bi vê qêrîniyê û bi ‘Berxwedan Jiyane’ roj li tevahî Kurdistanê hilat û bû wesîleya şoreşeke berfireh. Vê şoreşê jî dîwar û erşa dagirkeriyê hejand û rûxand.
Kurdên ku di xewa giran de raza bûn, şaneyên mejiyên wan jî êdî ber bi mirinê ve çûn û di nava tarîtiyê de hatibûn nixumandin. Bi rojiya mirinê re di her şaneyekê re zengilê berxwedaniyê lêda û bû wesîleya ku her Kurdekî bi kefen hatibûn nixumandin serî hildin û riya ‘Berxwedan Jiyane’ tercîh bikin.
Piştî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê, li zindana Amedê ji bo tunekirina hêviya azadiyê ya gelê Kurd her cûre hovîtî hate kirin. Li aliyê din jî weke navê berxwedanê ya bi pêşengiya kadroyên PKK'ê derbasî nava rûpelên dîrokê bû.
Zindana Amedê yek ji zindanên ku di cîhanê de bi hovîtiya xwe tê naskirin e. Ger mirov li dîroka gelekî li ber qirkirinê binêre mirov tenê dikare mînaka Kurdan bide. Kurd ew gelên ku li hemberî her tiştî tenê berxwedanî kirine, ew berxwedanî bi rojane bilind dibe û hêrsa serkeftin û tolhildanê jî li hemberî wê bilindtir dibe.
ÇAVKANIYA BERXWEDANA GERÎLA JI ‘BERXWEDAN JIYANE’ TÊ
Roja 14'ê Tîrmehê bû destan, bû feraset, bû çand, bû wêjeya berxwedanê. Ev berxwedanî ne hêsane çavkaniyeke xwe heye. Ew çavkanî jî ji Rêber Apo tê ew hêz jî ji wir tê. Lewma şewqa vê rojê dilê hemû gerîlayên azadiyê bi hêvî û baweriyê tejî kir. Bîrdozî li Metîna, Zap, Avaşîn û çiyayên Kurdistanê hûnand. Rojeke diyarker bû, bandora wê hemû rojên jiyana Kurdan guhert û nûjen kir. Berxwedaniya ku niha gerîla li hemberî faşîzmê raber dike, çavkaniya xwe ji ‘berxwedan jiyane’ digire.