14 baro: Divê Roboskî weke sucê mirovatî bê qebûlkirin

Di daxuyaniya hevbeş a ji aliyê baroyên 14 bajarên Bakurê Kurdistanê ve hatin dayîn de komkujiya Roboskî hate şermezarkirin û dewlet vexwand ku komkujiyê “wek sûcek li hemberî mirovatiyê qebûl bike.”

Baroyên Semsûr, Agirî, Amed, Êlih, Çewlig, Bedlîs, Dersim, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şernex, Riha û Wanê bi daxuyaniyeke hevbeş komkujiya Roboskî şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kêşandin li ser çawatiya pêkhatina komkujiya Roboskî ku têde 34 sivîl hatibûn qetilkirin û hatibû diyarkirin ku di wê komkujiyê de tevî binpêkirina mafê jiyanê lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û bêyî ku belge werin komkirin û kiryarên sûcê bên diyarkirin di 11’ê Hezîrana 2013’an de bi dayîna biryara girtina erkê dosya ji Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Giştî re hatiye şandin.

Di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin di lêpirsîna ku Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Giştî pêkanî de tevî ku beşek ji gumanbaran hatin diyarkirin lê bi hinceta ‘Di çarçoveya biryara Encûmena Wezîran û Meclîsa Tirkiyê ya dema behsa personelê artêşê hatibe kirin de di dema ku pêwîstiyên erkê dayîne wê/î pêkanîne de ketine şaşitiya jê veneger, ji ber wê di derbarê çalakiya wan de sedemek nîne ku pêwîst bike doza giştî li ser wan bê vekirin’ biryar hate dayîn ku cih ji wê yekê re nîne. Her wiha hatiye diyarkirin ku bi vî rengî pêvajoya darezê ya derbarê kuştina 19 jê zarok 34 welatiyan bi hinceta ‘Şaşitiya jê veneger’ ve hatiye girtin û ev biryar bi piştguhkirina makezagon û peymanên navnetewî yên aliyê wê ne hatiye dayîn.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku her çiqasî li ser komkujiya Roboskiyê dem derbas bûbe jî, lê heta ku kiryarên wê komkujiyê dernekevin pêşberê dadgehê û neyên cezakirin, ji mexdûrên wê re edalet neyê pêkanîn, wê êşa wijdanan bidome. Her wiha baroyan banga li dewletê û rayedarên dadgehê kirin ku komkujiya Roboskiyê weke rastiya sûcekê mirovatiyê qebûl bikin û ji bo eşkerekirina heqîqetê ya dikeve ser milê wan bi cih bînin, kiryar û berpirsên din tesbît û cezabikin.