14 ajovan ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin

14 ajovan ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin

Hate ragihandin ku, dema 28 ajovanên Kurd yên ji bajarê Qamişlo ji bo benzîn û mazotê bînin xwestin biçin bajarê Himsê, ji aliyê komên çekdar ve hatine astengkirin û 14 ajovanên Kurd bi wesayîtên wan ve revandine.

Ajovanê wesayîta benzînê bi riya telefonê ji ANF'ê re ragihand ku, beriya hefteyekê ew û 27 hevalê xwe ji bo benzîn û mazotê bînin herêmên Rojavayê Kurdistanê ji bajarê Qamişlo berê xwe dan Himsê. Ajovan destnîşan kir ku, 13 hevalên wan li gel wesayîtên benzîn û mazotê ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.

Her wiha ajovan diyarkir ku, îro carek din komên çekdar hevalekî wan li gel wesayîta wî revandine, her wiha got ku ew li herêma Genterî ya 100 km dûrî bajarokê Tiltemir ji ber ku kes nîne wan biparêze nikarin ji cihê xwe tevger bikin, ew asê mane.

Ev demek pir dirêje ku gelê Rojavayê Kurdistanê ji kêmbûna benzîn û mazotê gazinda dikin.