Mîna beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê, Serkonsolosê Kolnê beriya hilbijartinên pêşwext ên 1'e Mijdarê jî çavdêr û nûnerên partiyên siyasî vehewand. Di civînê de li ser navê HDP'ê 3 kes amade bûn.
Di civînê de hat bibîrxistin ku 8'ê Cotmehê dema destpêkirina dengdayîna ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê ye û hat gotin, "Dema dengdayînê ya di 7'ê Hezîranê de 24 roj bû, wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de 18 roj bin. Û di 7'ê Hezîranê de nava hefteyê 5 sindoqan xizmet dida, lê di vê hilbijartinê de wê hem nava hefteyê hem jî dawiya hefteyê 7 sindoq timî xizmetê bidin."
Serkonsolos ji mirovên dixwazin dengê xwe bi kar bînin xwest, nasname yan jî pasapoeta xwe ya TC bînin.
Li Kolnê wê bi giştî 127714 hilbijêr karibin dengê xwe bi kar bînin.