12 gerîlayên Partîzan û Ûlaş Bayraktaroglû li Ûlmê hatin bîranîn

12 gerîlayên Partîzan ên li Alîbogazi ya Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Ûlmê hatin bîranîn.

12 gerîlayên Partîzan ên li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dan û Ûlaş Bayraktaroglû ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Ûlm ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Li dû nîşandana sînevîzyonê, merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgiritnê dest pê kir. Piştî nîşandana sînevîzyona duyemîn, nasmaya Yetîş Yanliz a ji bo hevrêyên xwe nivîsandî hate xwendin.

Nûnerê SYKP piştre li merasîmê axivî û got, "Ev êşa em dijîn, êşa me hemûyan e. Êdî çareseriya yekane, israra di rêya şoreş û sosyalîzmê de ye."

Nûnerê MLKP'ê jî daxuyanî xwend, bal kişand ser sekna lehengî ya 12 gerîlayên Partîzan ên li Dersîmê û girîngiya vê biryardariyê ji bo roja îro destnîşan kir.