12. Kongreya Yekîtiya Saziyên Civakî ên Kurd li Moskowayê pêk hat

Yekîtiya Saziyên Çandî û Civakî yên Kurd ên li Civaka Dewletên Serbixwe, li paytexta Rûsya Moskowayê kongreya xwe ya 12. li dar xist.

Yekîtiya Saziyên Çandî û Civakî yên Kurd ên li Civata Dewletên Serbixwe, kongreya xwe ya 12. bi beşdariya rêveberên organîzasyon û saziyên Kurdan ên ji Kazakîstan, Ermenîstan, Ûkrayna, Kirgizîstan, Gurcîstan û gelek herêmên Rûsyayê, li paytext Moskowayê pêk hat.

Navenda Kar a Rîverdale ku kongre lê hate lidarxistin, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê hate xemilandin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna ehîdan, siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar di destpêkê de axivî.

Cotkar bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê û got, "Di vê pêvajoyê de ku Kurd li nava jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn aktorekî gelekî girîng e, pêkanîna civînên wiha gelekî pêwîst e. Ji bo têkbirina yekîtiya Kurdan hem li hundir hem jî li derve gelek dek û dolab tên gerandin. Bi rêya rêxistinbûnê em dikarin pêşî li van lîstikan bigirin. Lewma her Kurd divê li her cihê lê ye xwe birêxistin bike."

Berdevkê Yekîtiya Saziyên Çandî û Civakî yên Kurd Araf Azmanî piştre axivî û got, "Polîtîkayên înkar û tinekirinê yên hêzên statukoparêz, bi rêxistinbûnê dikarin bên pûçkirin. Weke Kurdên li Esengeyê dijîn, em têkoşîna li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat silav dikin. Heta dawiyê em destekê didin vê têkoşînê. Bi vê wesîleyê em careke din faşîzma Tirk şermezar dikin. Bang li hêzên navneteweyî dikin ku der barê hovîtiya li Rêberê me û gelê me tê kirin hişyar bin. Banga me li kongreya li Soçî bê lidarxistin wiha ye: Bêyî Kurdan wê ti platform nikaribe bi ser bikeve. Ji ber vê yekê, divê teqez hemû pêkhateyên Federasyona Bakurê Sûriyeyê tevlî bibin, cihê xwe di nava jinûve avakirina Sûriyeyê de bigirin û nasnameya wan bê naskirin."

Delegeyên ji welatên cuda tevlî kongreyê bûn, hem li ser rêxistinbûnê hem jî li ser pirsgirêkên Kurdan ên li welatên Sowyeta berê axivîn.

Qisekeran dan xuyakirin ku divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe armanca esasî ya rêxistinbûna wan û gotin, "Pêwîste were zanîn ku azadiya Kurdistanê bi azadiya Rêber Apo dibe.

Hîmê bingehîn ê têkoşîna me ya azadiyê jin in. Çanda civakan bi jinan tê parastin bi jinan mayinde dibe. Eger jin kole bimîne, wê civak jî kole bimîne. Têkoşîna jinê esasê tevahiya rêxistinbûna me ye. Ji bo me esas e ku em pêşengiya jinê li her qaê bi pêş bixin.

Ciwan paşeroja civakê ne. Eger civakeke bi rengekî rast nikaribe ciwanên xwe perwerde bike, ew civak wê birize. Ji ber vê yekê, divê yek ji armancên bineghîn perwerdekirin û zanekirina ciwanan be."

RÊVEBERIYA NÛ HATE HILBIJARTIN

Di dawiya kongreyê de ji bo rêveberiya nû hilbijartin hate kirin. Araf Azmanî û Elmasa Cemşîd ji bo Hevserokatiya Yekîtiya Saziyên Çandî û Civakî yên Kurd ên li Civaka Demokratîk a Serbixwe hatin hilbijartin. Her wiha rêveberiyeke ji 13 kesan hate hilbijartin.

Civîn bi dayina soza bi dilsoziya nirxên neteweyî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qediya.