100 hezar zarokên li Mûsilê di rewşeke xetere de ne
Li Mûsilê, şerê navbera artêşa Iraqê û DAIŞ'ê dewam dike. Nûnerê UNICEF'ê yê li Iraqê Peter Hawkîns got, ew texmîn dikin ku 100 hezar zarokên li vî bajarî di rewşeke xetere de ne.
Li Mûsilê, şerê navbera artêşa Iraqê û DAIŞ'ê dewam dike. Nûnerê UNICEF'ê yê li Iraqê Peter Hawkîns got, ew texmîn dikin ku 100 hezar zarokên li vî bajarî di rewşeke xetere de ne.
Li 4 taxên dawî yên Mûsilê, ku di destê DAIŞ'ê de mane, operasyona artêşa Iraqê dewam dike. Di vî şerî de, agahiyên li ser mirina sivîlan jî bê navber tên. Tê texmînkirin, li taxên Zencelî, Bab El Sîncar, Mûsil a Kevn, Sehê, Şîfa û Bab El Korê yên li rojavayê Mûsilê ne û di destê DAIŞ'ê de ne, bi qasî 150 hezar heta 180 hezar sivîl asê mane.
Li gorî daxuyaniya Nûnertiya Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) a Iraqê, bi qasî 100 hezar zarok asê mane. Nûnerê UNICEF'ê yê Iraqê Peter Hawkîns ji malpera Xendan a li Başûrê Kurdistanê axivî û got, "Li gorî texmîna me, li Mûsil a kevn û derdora wê, bi qasî 100 hezar zarok li binê konan an jî li jêrzemînan di rewşeke xetere de dijîn. Xeteriya li ser van zarokan dewam dike." Hawkîns bang li hêzên artêşa Iraqê û welatên koalîsyonê kir, ku sivîlên li Mûsilê biparêzin.
Wekî din, hat ragihandin ku di nava du rojan bi qasî 80 sivîl li Mûsilê di şerê navbera hêzên artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane.