100 ciwan ji Qamişlo tevlî refên YPG’ê bûn
100 ciwan ji Qamişlo tevlî refên YPG’ê bûn
100 ciwan ji Qamişlo tevlî refên YPG’ê bûn
Li paytexta Rojavayê Kurdistanê Qamişlo 100 ciwanên kurd serlêdan kirin û tevlî nav refên YPG᾿ê bûn.
Ji ber şerê bi armanca dagirkeriyê ji aliyê Cebhet El-Nusra ve li ser Rojava tê meşandin, li paytexta Rojavayê Kurdistanê Qamişlo îro 100 ciwan tevlî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûn û diyar kirin ku ew fedayiyên gelê kurdin.
Li gorî çavkaniyên YPG'ê, ciwanên Qamişlo daxwaz kirine ku berê xwe bidin Girê Spî (Til Ebyed) û kurdên wê herêmê biparêzin.