Ji 17 xwendekarên Zanîngeha Egeyê yên bi îdîaya 27'ê Mijdarê salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kirin hatin binçavkirin 10 xwendekar serbest hatin berdan. Karên îfadeyên 7 xwendekarên din yên li dozgeriyê jî berdewam dike.
17 xwendekarên Zanîngeha Egeyê yên bi hinceta afîşên têkildarî 27'ê Mijdarê salvegera damezirandina PKK'ê amadekirin û li gelek cihan daliqandin hatin binçavkirin, piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan anîn Edliyeya Bayrakliyê. Piştî îfadeyên dozgeriyê 10 xwendekar serbest hatin berdan û karên îfadeyan yên 7 xwendekaran hêj berdewam dikin.