10 welatên Ereb piştgirî dan plana DAIŞ a Obama

10 welatên Ereb piştgirî dan plana DAIŞ a Obama

Di nav wan de Suudî Erebîstan û Qatar a bi piştgiriya xwe ya ji DAIŞ re tên zanîn jî di nav de 10 welatên Ereb piştgirî dan plana DYA ya têkoşîna li hember DAIŞ û diyar kirin wê bi hev re tevbigerin.

Piştgiriya welatên Ereb piştî ku Wezîrên Karên Derve yê DYA John Kerry li bajarê Cîdde yê Suudî Erebîstan civînek li dar xist hat.

Welatên ku diyar kirin di çarçoveya plana DAIŞ a DYA de wê bi hev re tevbigerin ev in: Suudî Erebîstan, Qatar, Misir, Bahreyn, Iraq, Urdun, Kuweyt, Lubnan, Oman û Emîrtiyên Yekîtiya Ereban.

Di nava rojê de Rûsya ji bo DYA li dijî Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk neyne hişyarî dabûn.

Sûriyeyê jî diyar kiribû her cure êrîşên hewayî yên bê destûra Şamê wê wek ‘êrîş’ bên qebûlkirin.

Divê navberê de piştî ku Tirkiye aşkera kir wê tevlî operasyonên hewayî yên Amerîka yên li dijî DAIŞ nebe Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry ji bo hevdîtinên lezgîn wê roja Înê biçe Enqereyê. Kerry li Tirkiyeyê wê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyip û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu re rûne.