10 parlamenterên Partiya Çep li Meclîsê ala PKK'ê vekirin
10 parlamenterên Partiya Çep li Meclîsê ala PKK'ê vekirin
10 parlamenterên Partiya Çep li Meclîsê ala PKK'ê vekirin
Bi armanca destekkirina parlamentera Elman Nicole Gohlk, ku ji ber di çalakiya piştevaniya Kobanê de ala PKK'ê vekir mafê destnedana wê hat rakirin, 10 parlamenterên Partiya Çep li Meclîsa Federal ala PKK'ê vekirin. Parlamenteran xwestin qedexeya PKK'ê ya 21 sal in di meriyetê de ye , bê rakirin.
Di 18'ê Cotmeha 2014'an de, li bajarê Munchenê di dema xwepêşandana piştevaniya Kobanê de endama Meclîsa Federal Nicole Gohlke ala PKK'ê vekiribû û xwestibû, qedexeya li ser PKK'ê ya ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye, bê rakirin. Golhke di axaftina xwe ya li ser dika xwepêşandanê de gotibû, "Di binê vê alê de têkoşîna azadî, demokrasî û mafên mirovan hat dayîn."
Hîn mehek di ser bûyerê re derbas nebûbû, Komîsyona Destnedanê ya Meclîsa Federal, biryar dabû ku mafê destnedanê yê parlamentera Partiya Çep Gohlke bê rakirin. Bi armanca protestokirina biryarê û piştgirîdayîna Gohlke, 10 parlamenterên Partiya Çep îro li Meclîsa Federal ala PKK'ê vekirin.
Parlamenterên li ber ala PKK'ê sekinîn ev in; Diether Dehm, Karin Binder, Sabine Leidig, Pia Zimmermann, Hubertus Zdebel, Wolfgang Gehrcke, Alexander Ulrich, Andrej Hunko, Kathrin Vogler û Ulla Jelpke.
Ji parlamenteran Diether Dehm, wêneyê vekirina ala PKK'ê li ber logoya Partiya Çep, ku bi 64 parlamenteran re partiya mûxalefeta bingehîn a li Meclîsa Federal e, di malpera parvekirina civakî Facebookê de weşand. Dehm li binê wêne nivîsa "Li dijî qedexeya PKK'ê û bi armanca piştgirîdayîna rêhevala me Nicole Gohlke, me îro li Meclîsa Federal ala PKK'ê ya 'qedexekirî' vekir." nivîsand.
Nûçeya li ser heman mijarê;
http://ku.firatajans.com/news/rojane/nicole-gohlke-min-ji-bo-kobane-ala-pkk-e-vekir.htm