10 hezaran 15'e Sibatê şermezar kir

10 hezaran 15'e Sibatê şermezar kir

 Bi armanca 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar bikin li gelek bajaran bi 10 hezaran kes kom bûn û meşên girseyî pêk anîn. Li e Enqere, Konya, Begiri, Qelqeli, Çelê, Bedlîs, Mûş, Gimgim, Kop, Îdir, Kocaelî, Panos, Avkevir, Bazid, Qers, Qerecobanê bi 10 hezaran kes li hev kom bûn û 15'ê Sibatê şermezar kirin. 

ENQERE

Nûnertiya TUHAD-FED'ê ya Enqere jî bi heman armancê li avahiya saziyê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûnera TUHAD-FED'ê ya Enqere Havva Ozcan, rêveberên BDP'ê yên Enqere û gelek kesên din tevlî civînê bûn. Nûnera TUHAD-FED'ê Havva Ozcan, diyar kir ku bi ser anîna Ocalan a Tirkiyeyê re 14 sal derbasbûn û wiha got: “Komploya 15'ê Sibatê di şexsê Birêz Ocalan de gelê kurd hedef hate girtin. Birêz Ocalan ligel hemû şertên nebaş û tecrîdê komplo vala derxist."

KONYA 

Rêxistina BDP'ê ya Konyayê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Ligel rêveberên BDP'ê gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyîn Gevher li ser navê komê daxuyanî xwend û diyar kir ku 15'ê Sibatê di şexsê Ocalan de li hemberî gelê kurd pêk hat û wiha got: “Ocalan li Îmraliyê bi sebir û berxwedanê komplo vala derxist."

BÊGIRÎ

Rêxistina BDP'ê ya Bêgiriyê jî bi heman armancê meşek li dar xist. Welatiyên li ber avahiya partiyê hatin cem hev ber bi Kolana Cumhuriyetê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên "Bimire komploya 15'ê Sibatê" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Li ser navê girseyê Orhan Turan kir û wiha got: "Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd tê wateya jiyana azad."

QELQELΠ

Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî bi heman armancê daxuyanî û meş pêk hatin. Rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Rêvebera BDP'ê Hatîce Candemîr li ser navê girseyê daxuyanî xwend. Candemîr, diyar kir ku projeya aştiyê ya Ocalan dê serbikev û ji bo aştiyekî mayînde divê muzakere berdewambikin. Piştî daxuyaniyê girse ber bi Kolana Ataturkê ve dest bi meşê kir. Di meşê de pankarta “En komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" û sloganên “Bijî Serok Apo”, “Zext me bêzar nakin" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Ocalan" hatin berzkirin.

PANOS 

Li navçeya Panosê ya Agiriyê jî meş û daxuyanî pêk hatin. Welatiyê di nav de rêveberên BDP'ê û wekîlê şaredariyê jî hene li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê hatin cem hev û heta herêma Çarreyê meşiyan. Di meşê de pankrata "En komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" hate vekirin û sloganên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Cîhana bêyî Ocalan em dê di serê we de hilweşînin" hatin berzkirin. Piştî meşê li ser navê girseyê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Panosê Îkram Bedîr, daxuyanî xwend û wiha got: "Kesên komploya 15'ê sibatê li dar xistin xwestin ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin."

AVKEVIR

Li navçeya Avkevirê ya Agiriyê jî civîna çapemeniyê hate lidarxisitn. Civîna çapemeniyê li avahiya BDP'ê pêk hat û gelek kes tevlî civînê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Abdulrezak Kaya axivî û 15'ê sibatê şermezar kir.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Rêveberên BDP'ê, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, nûnerên saziyan, endamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Li navçeyê serê sibê esnafan jî dikanên xwe venekirin. Di daxuyaniyê de sloganên “Bijî Serok Apo” û "Em dê bi berxwendaê qezenc bikin" hatin berzikrin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ya herî jê bê tirsîn qetandina hîsa di navbera gelan de ye.

QERS KARAÇOBAN


Rêxistina BDP'ê ya Qersê jî li Kolana Faîk Bey daxuyanî da çapemeniyê. Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Endamê Meclîsa BDP'ê Gungor Alp, Hevserokên Rêxisetinên BDP'ê Şerafettîn Îldîrîm, Nuriye Erkmen, şaredarên herêmê û bi sedan welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di navbera polîs û Wekîla BDP'ê Bîrtane de ji ber polîsan welatî asteng kirin ku tevlî daxuyaniyê bibin nîqaş derketin. Piştî polîsa paşve hatin kêşandin daxuyanî hate dayîn. Hevserokê Rêxistina BDP'ê Şerafettîn Îldîrîm daxuyanî xwned û wiha got: "Birêz Ocalan serokê gelê li azadî û wekheviyê digere y e."

Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî wiha got: "Bi komployekî navneteweyî û hiqûqa navneteweyî hate binpêkirin Birzê Ocalan radestî Tirkiyeyê hate kirin. Em îro li vir komloya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan pêk hatî şermezar dikin."

KARAÇOBAN

Li navçeya Karaçobanê ya Erziromê jî 15'ê Sibatê hate şermezarkirin. Bi sedan welatiyên li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev sloganên "Bijî Serok Apo" û "Ji Ocalan re azadî" berz kirin. Welatiyên dixwestin li Kolana Cumhuriyetê daxuyaniyê bidin rastî astengiya polîsan hatin. Dema welatiyan meş li dar dixist polîsan bi wesayîta zirxî bi ser welatiyan ve hat. Ligel hemû astengiyan welatiyan daxuyanî da. Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeyê Siddik Ugun diyar kir ku heta Ocalan azad dibe dê têkoşîna xwe bidomînin. Piştî daxuyaniyê komê "Bijî serok Apo" û "Ji Ocalan re azadî" berz kirn.

ÇELÊ

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî bi heman armancê daxuyanî hate dayîn. Rêveberên BDP'ê, Şaredarê Çelê Mehmet Kanar û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankratên “Birêz Ocalan vîna me ye", "Ji Birêz Ocalan re azadî" û "En komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" hatin vekirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Çelê Servet Tunç daxuyanî xwend û diyar kir ku bi armanca kurdan bê rêber û statu bêhêlin ev yek pêk anîn.

BEDLÎS 

Rêxistina BDP'ê ya Bedlîsê jî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê, şaredarên herêm, nûnerên saziyên û gelek welatî li ber Postaxaneya Navendî ya Betlîsê hatin cem hev. Li ser navê komê Serokê Rêxistina BDP'ê Salîh Çoban daxuyanî xwend û bal kişand ser hevdîtinên bi Ocalan re pêk tên. Piştî daxuyaniyê slogana "Bijî Serok Apo" hate berzkirin.

MÛŞ 

Rêxistina BDP'ê ya Mûşê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demîr Çelîk, nûnerên saziyan û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankrata "En komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" û wêneyên Şahin Oner ê ku ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin hatin vekirin. Pişt re girseyê heta ber şaredariyê meş li dar xist. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo" û "Silva silav ji Îmraliyê hezar silav" hatin berzkirin. Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk, diyar kir ku gelê kurd ji bo aştî pêk bê bi rêberê xwe re bi salane têkoşînê didin û wiha got: "Îro ji bo aştiyê yê kedê dide Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan ji bo aştiya cîhanê fersendek e."

GIMGIM

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê ji bi heman armancê meş pêk hat. Di meşê de pankrata “Komploya 15'ê Sibatê ramana gelê me ya azadiyê reşnake" hate vekirin û sloganên “Bijî Serok Apo” û “Bimire 15'ê Sibatê" hatin berzkirin. Girseyê ji ber avahiya BDP'ê hate ber Kargeha Şaredariyê meşiya. Piştî meşê li ser navê girseyê Serokê Rêxistina BDP'ê Giyasettîn Altun daxuyanî xwend û wiha got: "14 sal berê li hemberî Birzê Ocalan û gelê kurd komployekî hov pêk hat." Piştî daxuyaniyê girse careke din vegeriya ber avahiya BDP'ê.

KOP

Li navçeya Kopê ya Mûşê jî bi heman armancê meşekî girseyî pêk hat. Girseya li ber avahiya BDP'ê hate cem hev ber i Kolana Aslanpaşa ve dest bi meşê kir. Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan, Şaredarê Kopê Ziya Akkaya, şaredarên bajarokan, endamên meclîsa giştî û şaredariyan û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de pankratên "En komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" û "Ji bo jiyanek bi rûmet, an azadî an azadî" hatin vekirin û sloganên “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “ PKK gele gel li vir e" û “Şahîn Oner rûmeta me ye" hatin berzkirin û gelek dowîz hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxitina BDP'ê yê Kopê Nusret Fîlîz, daxuyanî xwend û diyar kir ku ew 15'ê sibatê şermezar dikin. Pişt re Parlementerê BDP'ê Demîr Çelîk axivî û wiha got: “Bi ser komploya 15'ê Sibatê nêzî 15 sal derbas bûn. Lê hêj daxwazên gelê kurd ên rewa yên demokratîk nehatin dayîn." Piştî axaftinan girse careke din bi slogan û srudan hate ber avahiya BDP'ê meşiyan.

ÎDÎR 


Rêxistina BDP'ê ya Îdîrê jî bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên BDP'ê yên bajar û bajarokan, şaredarên bajarokan, endamên meclîsa şaredariyê û girtşî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Rêveberê BDP'ê yê Îdîrê Fethî Kartal daxuyanî xwend û diyar kir ku navnîşana aştiyê Ocalan e.

KOCAELÎ

Rêxistinên BDP'ê yên Kocaelî û navçeyan jî bi heman armancê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Dîlovasiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyîn Goze û gelek welatî tevlî daxuyahiyê bûn. Di daxuyaniyê de "Komploya 15'ê Sibatê dê bi azadiyê bi dawî bibe" hate vekirin, dowîzên "Çareserî di diyalogê de ye" û "En komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" hatin vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Ocalan" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Endamê Meclîsa BDP'ê Goze daxuyani xwenda ü 15'ê Sibatê şermezar kir. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Kocaeliyê Mehmet Alçinkaya jî wiha got: "Em komploya li hemberî gelê Kurd û rêberê wî Birêz Ocalan şermzar dikin."