Zulkuf Gezen li ser gora xwe hat bibîranîn

Zulkuf Gezen ê ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî li ser gora xwe hat bibîranîn.

Zulkuf Gezen ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F’yê girtîbû, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 16’ê Adara 2019’an de dawî li jiyana xwe anîbû. Malbatê û rêveberên Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî, Alîkarî û Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine (MEBYA-DER) serdana gora Gezen a li Goristana Yenikoya Amedê kirin û ew bibîr anîn. Gelek kes tevli bîranînê bûn.

‘JI BO GELÊ XWE ÇALAKÎ PÊK ANÎN’

Dayika Gezen, Hava Gezen di bîranînê de axivî û diyar kir ku çiqas sal derbas bibin jî lê êşa dayikan nayê jibîrkirin û got: “Ji bo jiyana azad û ji bo gelê xwe çalakî pêk anîn. Ne ji bo dayik û bavê xwe çalakî li dar xistin. Divê mirov li ser şopa wan bimeşe. Ez bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim.”

‘EM Ê XEYALA WAN PÊK BÎNIN‘

Piştî axaftina Hava Gezen deqeyek rêz hat girtin. Pişt re Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmus Karadg axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Zulkuf û 12 hevrêyên xwe gihîştin warê şehedatê. Em bala xwe didin hîna jî li ser girtiyan û li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrida girankirî didome. Tenê ne Birêz Ocalan tê tecrîdkirin, li tevahiya girtîgehan girtî tên tecrîdkirin. Ji ber vê yekê em dibêjin heta tecrîd ranebe, xeyala Zulkuf û hevalên wî nayê cih. Lê em jî soz didin wan ku em ê xeyala wan pêk bînin.”

Piştî axaftinan kesên tevli bîranînê bûn qerenfîl danîn ser gora Gezen û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.