Zor û zehmetiya li çiyê bi hevrêtiyê ji holê radibe

Gerîlayên YJA Starê destnîşan kirin ku li çiyê gelek zor û zehmetî hene, lê belê bi saya hevrêtiya pîroz a PKK'ê wan astengiyan ji holê radikin.

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin, gerîlatî jiyaneke bi zor û zehmetî jî be, bi hêza hevrêtiyê hêsan dibe. Gerîlayan gotin, "Çawa ku hezkirina ji welat û xakê hezkirineke civakî ye, hezkirina hevrêtiya li nava PKK'ê jî hezkirineke civakî ye."

Gerîlaya YJA Starê Rengîn diyar kir ku gerîlatî zehmet jî be, bi hêza ji hevrêtiyê ew vê jiyanê hêsan dikin. Rengîn anî ziman, dema ji wezîfeyeke zor û zehmet vedigerin, bi kêf û xweşî tên pêşwazîkirin û ev yek jî zor û zehmetiyan hemûyan li pey xwe dihêle. Rengîn got, "Fedakarî, hezkirina hevrêtî, hurmeta li hev herî zêde di nava hevrêtiya PKK'ê de tê dîtin. Rewşeke ji dil heye ku bi hezkirinê hatiye afirandin. Çawa ku hezkirina ji welat û xakê hezkirineke civakî ye, hezkirina hevrêtiya li nava PKK'ê jî hezkirineke civakî ye. Têkiliya hevrêtiyê her tim xurt e. Dûrbûna ji hev li pêşiya hevrêtiya me ne asteng in. Nenaskirina hev ji aliyê fîzîkî ve li pêşiya hezkirina hevaltiyê ne asteng e."

REXNEDAYIN Û REXNEKIRIN MIROVAN XURT DIKIN

Gerîla Awaz Dilovan jî diyar kir ku hevrêtiya PKK'ê daxwazê dide mirovan ku mirov ji nû ve dest bi gelek tiştan bikin û destnîşan kir, mekanîzmaya rexnekirin û rexnedayinê têkiliyên hevrêtiyê xurtir dike. Dilovan ragihand ku hevrêtî mirovan dibin ser meşeke rast û qewîn, dema ku hezkirina hevrêtiyê çêbû hingî mirov hîn bêhtir bi jiyana PKK'ê ve tên girêdan û got, "Dema ku nû tevlî bûm tişta yekane ya ku bala min kişand tevî hezkirin û hurmeta li hev, pêşketina bi rexneyan bû. Mirov bi hezkirin û moralê tevlî nava jiyanê dibin. Gelek zor û zehmetiyên çiyê hene, lê belê ev zor û zehmetî bi hevrêtiya pîroz a PKK'ê ji holê radibin. Bedewî û ahenga li nava jiyana PKK'ê, dike ku mirov bi têkoşînê bi pêş bikevin. Zor û zehmetî bi hezkirina hevrêtiyê hêsan dibe."

HEZKIRINA HEVRÊTÎ MIROVAN LI SER PIYAN DIHÊLE

Gerîlaya YJA Star Arîn Ereb destnîşan kir, di nava jiyana gerîla, şer û çiyê de ya ku mirovan li ser piyan dihêle hevrêtiya PKK'ê ye û got, "Dema ku pirsa, 'hevrêtî çi ye bê kirin' tişta ku destpêkê tê bîra mirovan; baweriya bêşik û guman a ji hevrê ye. Dema ku mirov diçin wezîfeyekê pêk bînin, yan jî erzaqan bikişînin, yan jî di nava liv û tevgerê de bin, tişta ku mirovan rehet dike nêrîna nava çavên hevrêyan e. Heta ku têkiliyên xurt ên hevrêtiya PKK'ê hebin wê têkoşîna me ti carî lawaz nebe."