'Ziyana ku didin Heskîfê û Çemê Dîclê didome'

Helkefta Jiyandina Heskîfê û Heskîf Matters diyar kirin ku xebatên ku ziyanê didin Heskîfê û Çemê Dîclê didomin.

Helkefta Jiyandina Heskîfê û Heskîf Matters derbarê xebatên ku ziyanê didin Heskîfê û Çemê Dîclê daxuyanî dan.

'ATMOSFERA SIRÛŞTÎ YA ORGANÎZMAYAN TÊ TINEKIRIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo ku nêzî 200 şikeftên Keleha Heskîfê dagirin û ji bo ku cihê latan dagirin, ji bo vê herfiyatê bibin li ser Çemê Dîclê Tebaxê pir hatiye çêkirin û ji bo vê pirê jî pêşiya avê hatiye girtin, berê avê hatiye guhartin. Her wiha ji bo ku mekîneyên giran ên bi tonaja giran hatin bikarnaîn çem hatiye lewitandin.

Bi berdewamî hate gotin ji bo ku berê çêm hatiye guhartin habîtata çêm bi kêmanî 1,5 km ziyan dîtiya, jiyana sirûştî ya qiraxa çêm bi destê şîrketan ziyan dîtine, di serî de ya masiyan, atmosfera sirûştî ya organîzmayan hatiye tinekirin. Weke agahiyekê jî di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku wan çavdêrî lê kiriye ku ji ber van sedêm ku wan diyar kirine bi hezaran masî mirine.

'JI GEL VEDIŞÊRIN'

Di daxuyaniyê de hate gotin di xebatan de li fikra gel napirsin, li gorî yasayên T.C’ê ev xebat ne qanûnî ne û wiha hate gotin: "Li gorî yasayên navnetewî divê mîrateya çandî were parastin. Xebatên ku parastina mîrateya çandî didine ber xwe, dema ku plansaziya wê tê kirin divê tim li fikra gel bipirsin û raya giştîm tim were agahdarkirin. Li gel vê jî, em dixwazin diyar bikin ku Projeya Qeyîmkirina Keleha Heskîfê bi temamî bi rengekî ne zelal tê kirin. Armanc, planên teknîk, mitehit, beşdarên wê divê ji raya giştî û gelê nişticih re were vegotin."

Di daxuyaniyê bi dewamî hate gotin, "Gelê nişticih jî van xebatên weke tinekirina derdora ku bi sedan sala e lê dijî, dibîne. Bi teqînê yên vê projeyê û toza ku çêdibe dibine şahid ku mekan û berhemên ku ji bo çanda wan girîn têne tinekirin."

Herî dawî hate gotin şîrketên ku ziyanê didine raçînka dîrokê û ekosîstemê divê demildest ji vê projeyê vekişi, projeyê bavêjin ser sergoyê û divê polîtîkayên ku ziyanan bicebirînin dest pê bikin.