'Zîlan vejîn û berxwedana jinê ji nû ve afirand'

Gerîlayên YJA Starê çalakgera fedayî Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anîn û gotin, Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî re vejîn û berxwedana jinê ji nû ve derxistiye holê.

Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes, ji Fermandarên YJA Starê Eylem Ronî û ji Fermandariya Akademiyên Apollo Zozan Raman, di salvegera 22'an de çalakiya fedayî ya gerîlaya PKK'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) nirxandin. Gerîlayên YJA Starê bersiv da pirsên Medya Haberê.

'ZÎLAN BERSIV DA KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBERTÎ'

Emîne Erciyes da xuyakirin ku sala 1996'an ji bo têkoşîna wan pêvajoyeke gelekî girîng bû û got, "Wê wextê Rêberê me agirbest ragihandibû û dixwest ji bo zemînên aştiyê binirxîne. Hewl da rêyên aştî û diyalogê xurtir bike. Armanca sereke ya Rêberê me ew bû ku gelê Kurd, PKK û xeta azadiyê weke mûxatab bê girtin. TC (Komara Tirkiyeyê) hewl da pêşî li lêgerînên Rêberê me bigire û bi komployê bersiv da.

Li dijî Rêberê me sûîqest hate kirin. Bombeyeke mezin hate amadekirin. Mirov vê yekê dikarin weke prova û gava destpêkê ya komploya navneteweyî jî bibîrin. Ji ber ku bi vî rengî bersiv ji niyeta baş a Rêberê me re hate dayin, di nava rêxistinê de hêrseke mezin derkete holê. Lewma hevrê Zîlan jî i ser vê bingehê bû bersiv ji komploya li dijî Rêbertî re."

Erciyes diyar kir ku çalakiya Zîlan hem ji aliyê rêbaza fedayî ve, hem jî rêbaza şer a PKK'ê ve çalakiyeke nû bû û got, "Dijmin wê wextê ji çalakiyeke wiha gelekî tirsiya. Demeke dirêj di rojevê de ma. Ji ber vê yekê çalakiya hevrê Zîlan di dîroka me de rê li ber serdemeke nû, pêvajoyeke nû ya têkoşînê vekir."

Erciyes destnîşan kir ku ji bo dîroka jinê jî çalakiya Zîlan xwedî heman wateyê ye û anî ziman, ku Zîlan bedena xwe kir çekek ku bi dijmin ve hate teqandin.

ÇALAKIYA WÊ BÛ DERBEK Û LI DIJMIN KET

Eylem Ronî jî bal kişand ser qirkirina çandî ya li herêma Zîlan lê mezin bû û bi bîr xist ku kesayet, çand û ziman tê qirkirin. Ronî got, "Hevala Zîlan bi kûrahiya vê nakokiyê hesiya... Nakokî bûn sedem ku bikeve nava lêgerînê û hewl bide fêhm bike. Lewma çalakiya hevala Zîlan her wiha bersiveke ji lîstikên ku dijmin li ser herêma me dilîze. Derbeke mezin e.

Rêberê me piştî çalakiya hevala Zîlan vê nirxandinê dike: 'Ez hurmeteke mezin didin Meletiyeyiyeke wiha. Hevrê Zîlan bi rêya çalakiya xwe, nasnameyeke nû ya Meletiyê derxist holê. Em ê xwedî li vê nasnameyê derkevin, em ê hurmetê nîşan bidin'. Ji ber vê yekê, çalakiya wê di heman demê de bersiveke çandî û leşkerî ye. Derbek e ku li dijmin ketiye. Vejîn û berxwedana jinê li ser vê axê ji nû ve derxist holê."

HEVALA ZÎLAN BAWERIYEKE MEZIN DA JINÊ

Zozan Raman jî işaret bi zext û zordariya li nava civakê li jinê tê kirin û got, "Bi rêya zext û zordariyê hewl tê dayin ku îradeya jinê were şikandin. Hevala bi çalakiya xwe baweriyeke mezin da jinê. Hevala Zîlan her wiha nîşanî hemû jinan û mêran da ku ji bo bidestxistina azadî û nirxên xwe yên civakî divê bi çi rengî çalakî were kirin."

Zozan Raman da xuyakirin ku çalakiya Zîlan li dijî sîstema zext û mêtingeriyê hatiye kirin û wiha dewam kir: "Polîtîkayeke giran a înkar û tinekirinê li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin. Tinebûn li ser hatiye ferzkirin. Zîlan jî vejîna gel û jinên ku tine tên dîtin, nîşan da. Gelekî girîng û hêja ye ku ya ev rastî afirand, jin e."

XETA ZÎLAN LI ÇAR ALIYÊN KURDISTANÊ BELAV BÛ

Emîne Erciyes herî dawî got, "Zîlan rêbaz û felsefeyeke jiyanê ye û got, "Xeta fedayî ya Zîlan îro li çar aliyên Kurdistanê belav bûye. Li Başûrê Kurdistanê bi Viyan Soran, li Rojhilat bi Ronahî Wan, li Rojava, li Kobanê bi Arîn Mîrkan, di berxwedana Efrînê de bi Avesta Xabûr û Barîn Kobanê dewam kiriye."