Zîlan li Qendîlê bi merasîmekê hate bîranîn

Gerîlaya ARGK'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) di salvegera 24'an a çalakiya xwe ya fedayî de li binarê Qendîlê li gundê Silê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.

Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer li gundê Silê yê Qendîlê hate lidarxistin.

Ji gelek bajarên Başûrê Kurdistanê, jin, ciwan, extiyar; girseya gel tevlî çalakiya bîranînê bûn.

Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Şehîd Helmet, Şehîd Zîlan û Şehîd Kasim hatin daliqandin.

Bi navê Jin ên Ciwan ên Têkoşer Bêrîtan Zagros li qada bîranînê axivî û bal kişand ser jiyan û çalakiya Zîlan.

Bêrîtan Zagros bang li jin û ciwanan kir ku têkoşînê di vê demê de xurtir bikin.

Di merasîma bîranînê de nameya Şehîd Zîlan ji aliyê Tola Germiyanî ve hate xwendin.

Piştre Koma Şehîd Serhed derket ser dikê.

Girseya gel piştre jî serdana Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr kir û li ser gora Şehîd Helmet ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz girt.

Merasîma bîranînê bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.