Zeynep Boga hate destgîrkirin

Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hate destgîrkirin.

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) da destpêkirin, doh bi îdiaya "rêveberiyê rêxistinê", "endamtiya rêxistinê", "propaganda rêxistinê" û "fînansmana ji bo rêxistinê temînkirin" li 14 bajaran bi ser 57 malan de hatibûn girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de der barê 50 jinan de biryara destgîrkirinê hate dayin. Doh 15 jin hatibûn destgîrkirin. 
 
Di serdegirtina li Amedê de ji aktîvîstên TJA'yê Zeynep Boga jî hate destgîrkirin. Bi Boga re hejmara jinên di çarçoveya lêpirsînê de hatin destgîrkirin gihîşt 16'an. Tê payîn ku jinên hatine destgîrkirin bibin Enqereyê.

Di çarçoveya lêpirsînê de li Amedê aktîvîstên TJA’yê Fîgen Ektî, Zeynep Boga, Mekiye Ormanci, Dîdar Çeşme, Zekiye Guler, Bedîa Akkaya, Sûltan Esen, Hatîce Gungor, Meral Şîmşek, Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras, li Stenbolê Leyla Denîz, Pinar Ceylan û Yelîz Ayyildiz Kiyak, li Îzmîrê D.A. û li Mûşê Merve Tekîn Demîrel, li Agiriyê jî Hazal Aras hatin destgîrkirin.

Dozgeriyê derbarê lêpirsînê de biryara nepenîtiyê da.