Zehra Dogan: Divê bêtirs nûçe werin çêkirin

Rêveberên Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) çûn hevdîtina rojnameger Zehra Dogan. Dogan got, “Dema mirov di girtîgehê de be, bêtir bi qîmeta rojnamegeriyê dizane” û xwest bila hempîşeyên wê yên li derve bêtirs nûçeyan çêbikin.

Rêveberên Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) çûn serdana rojnameger Zehra Dogan a ku di Girtîgeha Tîpa E’yê ya Amedê de girtî ye.

Wênesaz û rojnameger Zehran Dogan diyar kir ku ew ê 11 mehên din jî di girtîgehê de bimîne û diyar kir ku piştî Rewşa Awarte şertên li girtîgehan xerabtir bûye.

Dogan diyar kir ku ew 15 kes di qawîşekê de ne û got “Ji ber strana Kurdî ya ku me strand, bi hinceta sloganê ceza li me hatin birîn. Ji ber vê jî 2 meh in, ez nikarim nameyan werbigirim.”

‘MALZEME NAYÊN DAYÎN EZ BI METODÊN DIN WÊNEYAN XÊZ DIKIM’

Dogan diyar kir ku malzemeyên wekî boyax, firçe û kaxiz ên ji wê re tê şandin, rêveberiyê dest daniye ser van malzemeyan û got, “Dema ku malzeme nayê,ez jî bi metodên din wêneyan xêz dikim. Dema kaxiz tunebe ez li ser rojnameyan xêz dikim. Ji bo rengê mor, ez lehanaya sor, ji bo sor xwîn an jî hinarên perçiqî bi kar tînim. Ji bo rengê kesk jî ez bexdenûs an jî gihayan dieciqînim. 20 wêneyên ku bi vî awayî min xêz kirine, rêveberiyê îmha kiriye. Heke bi guman be, piştî tehliyeyê bila bidin min. Di heman demê de bi hinceta ku agahîdayîneke bi şîfre heye, ji tu pirtûkan re destûr nayê dayîn.”

‘MIN QÎMETA ROJNAMEGERIYÊ FÊM KIR’

Dogan diyar kir ku divê hempîşeyên wê bêtirs nûçeyan çêbikin û got, “Di girtîgehê de mirov bêtir bi qîmeta rojnamegeriyê fêm dike. Di girtîgehê de xwendina nûçeyên rast ji bo me wekî ayînekê ye. Dema rojnameyên wekî Evrensel û Ozgurlukçu Demokrasî tê, em wê rojê nûçeyan bi deng ji hev re dixwînin. Dema nûçe tê xwendin, herkes bêdeng dibe. Ji ber vê jî rojname û rojnamegerên rastîn, gelekî bi qîmet in.”