Zarokên berxwedêr ên Qendîlê..

Zarokên gundê Mavna yên Qendîlê: ‘’Me qeyd bikin, em hê jî li gundê xwe ne. Em bi lîstikên xwe dilîzin. Em ji dewleta Tirk natirsin.’’

Her nifşê ku li Kurdistanê hatî dinê hê zû rûyê kirêt ê faşîzmê nas dike. Hişmendiya ku xaka berxwedanê li çar parçeyan dabeş kirî, dema ku plana wê dike rihê têkoşînê yê Kurdan parçe bike û di bin axê de veşêre li pêşberî xwe rastî li rastiya gel tên ku Tevgera Azadiya Kurd ew ji nû ve ava kirine. Faşîzma ku li bara vê rastiyê dîn û har dibe, her zindiyê ku tê ber, bi navê ‘aramiya welêt’ tune dike. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo ku xwe bidomîne, bi plana hewldana êrîşa ser xakên Qendîlê jîngehên gel dike hedef.

Li dijî vê hewldana êrîşê ya gelê Qendîlê dirûşma ‘’Kes nikare keleha berxwedanê ya Kurdan derbas bike’ bersiva herî zelal e li dijî faşîzmê. Piraniya gel vê dibêje, zarokên ku li navenda Tevgera Azadiyê jî çavê xwe li cîhanê vekirin gotineke wan heye li dijî faşîzmê. Dema ku em li kuçeyên Qendîlê digerin li her kolanê zarok bi tiliyên xwe nişana serkeftinê dikin û wiha têne pêşberî me. Em bi wan re dest bi civatê dikin. Zarokên Qendîlê, ji ber erdnîgariya ku lê dijîn hê zû peyva ‘dijmin’ nas dikin. Zarokên Qendîlê dibêjin ew ê qet destûrê nedin ku dewleta Tirk bikeve qada wan a jiyanê.

Piştî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ a zarokan em ji wan dipirsin: ‘’Hûn ji bombeyan ditirsin?’’ Zarokekî ku çavê wî diçirise dibêje, ‘’Navê min Elî Rizgar Mihemed e , 12 salî me. Li Balayanê hatim dine. Tim bombeyan bi ser gundê me de davêjin, lê ez natirsim. Hin hene ku berevaniyê li me dikin. Bi Xwedê Tirk nikarin bikevin gundê me. Em jî gundê xwe bernadin.’’

Cihekî dî ku em diçinê gundê Mavna yê Qendîlê ye. Li wir zarok hemû bi hev re dibêjin, ‘’hûn bi xêr hatin’’. Zarok pêşî dipirsin bê ka em kî ne û çi karî d ikin. Dema ku hîn dibin em nûçegihan in, dibêjin, ‘em dixwazin biaxivin’’. Peyama hevpar a zarokên Mavna wiha ye: ‘’Me qeyd bikin, em hê jî li ser gundê xwe ne. Em bi lîstikên xwe dilîzin. Em ji dewleta Tirk natirsin.’’

Zarokên ku em bi dilgermî pêşwazî kirin, bi dirûşmeyan me bi rê dikin. Rihê berxwedanê yê Qendîlê bi zarokên wê mezin dibe, wiha ji bo nifşê nû tê veguhaztin doza Kurdan..

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka