Zarokê ku polîsên Tirk lê qelibîn, piştî 74 rojan jiyana xwe ji dest da
Ahmet Çetîn Genç ê 17 salî ku polîsên Tirk lê qelibîn, piştî tedawiya 74 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Ahmet Çetîn Genç ê 17 salî ku polîsên Tirk lê qelibîn, piştî tedawiya 74 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Halîliye ya Rihayê, li Xaçerêya Edliyeyê ya Navenda Bazirganiyê ya Rihayê, di 31'ê Kanûna 2020'î de polîsên bi motorsîklet ên Tirk li Ahmet Çetîn Genç ê 17 salî qelibîn. Ahmet Çetîn Genç piştî tedawiya 74 rojan li Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înan jiyana xwe ji dest da.
Ahmet Çetîn Genç piştî wecîbeyên olî li Goristana Haran Kapi ya navçeya Eyyûbiyeyê hate veşartin.