Zarokê 14 salî yê bi guleya cerdevan birîndar bû,jiyana xwe ji da

Li Êlihê, yek ji du zarokên ku bi guleya cerdevanê berê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Êrîş roja 9'ê Gulanê li bajarokê Aynkef ê ser bi navçeya Kercews a Êlihê rû da. Cerdevanê berê yê 67 salî A.E., bi tivingê gule berda du zarokên cîranê xwe û ew birîndar kir.

Zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. Ji van zarokan Vedat Dundar K. ê 14 salî êvara Duşemê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî li goristana bajarok hate veşartin.

Rewşa tenduristiyê ya E.K. ê 16 salî jî giran e.

Walîtiya Tirk a li Êlihê rojek piştî bûyerê daxuyanî da û got, "Gumanbarê bûyerê cerdevan nîne, kesê bi navê A.E. ê aqlê wî ne temam e û hatiye girtin."

Bav Hayrettîn K. jî got, cerdevanê berê yê li zarokên wî reşand, cerdevanê berê ye û aqlê wî jî temam e.