YSK'ê mazbataya keyayekî betal kir
YSK'ê mazbataya keyayê taxa Adnan Menderes a navçeya Erxenî ya Amedê betal kir.
YSK'ê mazbataya keyayê taxa Adnan Menderes a navçeya Erxenî ya Amedê betal kir.
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), mazbataya keyayê taxa Adnan Menderes a navçeya Erxenî ya Amedê Hamît Biçak betal kir. YSK'ê cezayê girtîgehê yê salek 6 meh û 20 roj ê li Biçak hatiye birîn ji bo vê biryara xwe weke hincet nîşan da.
YSK'ê biryar wergirt ku di 7'ê Hezîrana 2020'î de ji bo keyatiya taxê hilbijartinê pêk bîne.