YRK’ê: Wê teqez têkoşîna gel li dijî dagirkeriyê bi ser keve

Fermandariya YRK’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi rêya balafirên bê mirov ên ser herêmên Asos û Pêncwên dijwartir bûne û hate gotin; “Wê teqez têkoşîna gel û hêzên tevgera azadîxwaz a li dijî dagirkeriyê bi ser keve."

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistan (YRK) derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêma Asos û Pêncwênê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Fermandariyê di daxuyaniyê de diyarkir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên bi balafirên bê mirov ên li ser herêmên Asos û Pêncwênê dijwartir bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber êrîşan ziyanek mezin digihe bax û baxçeyên şêniyên herêmê.

Fermandariya YRK’ê di dewama daxuyaniya xwe de bang li her kes kir ku li dijî êrîşan nerazîbûna xwe nîşan bidin û hate gotin; “Ji ber ku wê tenê helwest û nerazîbûna gelê me, bi taybet jî yên Herêma Kurdistanê, bikare dagirkeriyê bişkîne û rawestîne. Em van êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Armanca êrîşên dewleta Tirk, dewamkirina şerê berfireh yê li dijî hemû Gelê Kurde.”

YRK’ê di dawiyê de jî ragihand ku wê teqez têkoşîna gel û hêzên tevgera azadîxwaz ya gelê Kurd, li dijî dagirkeriyê bi ser keve.