YRK: Di êrîşên dewleta Tirk de zerar li bax û baxçeyên gundiyan bû

Fermandariya YRK'ê ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de yên 26'ê Nîsanê û 2'ê Gulanê de tiştek bi hêzên wan nehatiye, lê belê zerar gihîştiye bax û baxçeyên gundiyan.

Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 26'ê Nîsanê û 2'ê Gulanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi armanca propagandaya hilbijartinê ya li Tirkiye û Kurdistanê ku wê 14’ê Gulanê pêk were, êrîşên li ser qadên me û hêzên me yên Rojhilatê Kurdistan zêdetir kirine."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Herî dawî 26’ê Nisanê û 2’yê Gulanê, balafirên keşfê yên dewleta Tirk, li qada Asosê, li derdora gundê Gelale bax û baxçeyên gundiyan  gelek caran bombardûman kirin. Di van êrîşan de, hêzên me tu zirar nedîtine, lê belê bax, zevî û kewarên mêşên hingivê yên gundiyan zirar dîtine."