YRK: Êrîşên dagirkeran nîşaneya bêçaretiya wan e

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrîşên Tirkiye û Îranê yên li herêmên Asos û Pêncewîn daxuyaniyek da û diyar kir ku ziyan li mal û milkên şêniyên herêmê bûye.

Fermandarıya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrîşa balafirên keşfê û şer ên Tirkiye û Îranê yên li ser herêmên Asos û Pêncewîn daxuyaniyek da.

YRK’ê diyar kir ku di êrîşan de ziyan li malên şêniyan bûye û got: "Ev cûre êrîşên bê serûber ên hov ên rejîma Îranê li ber berxwedan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dîsa dewleta Tirk a dagirker li ber berxwedana gelê me û gerîla bêçaretiya wan e."

YRK’ê anî ziman ew ê heta jiyaneke azad û demokratîk xebat û têkoşînê bidomînin.

Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

“Di encama lihevkirinên demeke dirêj ên dewleta Tirk a Îranê ya li ser gelê Kurd de, balafirên keşfê li ser herêmên Asos û Pêncewîn digerin. Kengê derfet dibînin êrîş dikin ser gelê me û gerîlayên azadiyê. Di van êrîşan de ziyanê mezin li mal û milkên şêniyan dibe.

Di vê çarçoveyê de êvara roja 9’ê Kanûnê balafirên keşfê yên piştî çend rojan li ser herêmê digeriyan, ji ber nixûmandina binketina xwe ya li beramber gelê me, êrîş bire ser mal û milkên gundiyan û di encamê de 2 car êrîş bire ser malên sivîlan ên li gundê Sipiyar. Di êrîşê de ziyan li mal û milkên gundiyên Sipiyar bû. Ev cûre êrîşên bê serûber ên hov ên rejîma Îranê li ber berxwedan ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dîsa dewleta Tirk a dagirker li ber berxwedana gelê me û gerîla bêçaretiya wan e. Ev cûre êrîş wê qet me ji têkoşînê neke, heta jiyaneke azad û demokratîk xebat û têkoşînê wê bidome."