YRD: Dilîşan û Hogir wê bibin çavkaniya me ya hêviyê

YRD'ê, nûçegihan Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed ên di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.

Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) daxuyaniyek weşand û nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dilîşan Îbîş û Hogir Mihemed ên di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, bi bîra nî.

Di destpêka daxuyaniyê de hat ragihandin, kedkarên çapemeniya azad ên li çar parçeyên Kurdistanê li pey rastî û ronahiyê ne, timî bûne hedefa dagirker û maşikên wan û hat gotin, "Tevî vê zext û zilmê jî, wan ti carî dest ji îdîa û biryardariya xwe ya di rêya ronahiyê de bernedane. Hevrêyên me Dilîşan û Hogir jî bûn ji şopdarên ronahiyê. Mîna Gûrbetellî Ersoz, Şehîd Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û hevrêyên mîna wan."

YRD'ê diyar kir, ku nûçegihanên ANHA'yê yên Şoreşa Rojava berî her kesî radigihînin û bi kamera û pênûsa xwe li gel şervanan di çeperê de ne, nîşan dane ku nûçegihaniya rasteqîn bi cihgirtina li gel berxwedêrand ibe.

Koordînasyona YRD'ê da zanîn, ku nûçegihanên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane, mîrateya nûçegihaniya berxwedêr ji wan re hiştine û destnîşan kir, ku ew soz didin heta serketinê wê şopdarên têkoşîn û kevneşopiya wan bin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Rûkeniya hevrêyên me Dilîşan û Hogir, wê di rêwîtiya me ya rastiyê de timî çavkaniya me ya hêviyê be" û sersaxî ji malbatên Îbîş û Mihemed hat xwestin. Koordînasyonê şîfa xêrê ji hevrêyê xwe Rizgar Denîz ê di heman êrîşê de birîndar bû, xwest.