YPS-YPS JIN: Em ê li dijî faşîzmê têkoşînê geş bikin

Koordînasyona YPS û YPS JIN’ê bi wesîleya salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyanî da û got: “Em ê li dijî rejîma faşîzan têkoşîneke bê navber pêş bixin.”

Koordînasyona YPS-YPS JIN’ê destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê îfadeya stratejiya têkoşîna gel û gerîla ya li dijî faşîzmê ye.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Pêngava 15’ê Tebaxê ya Mezin di sala xwe ya 40’emîn de, Cejna Vejînê ya Neteweyî ya me li Rêber Apo, gelê me û her kesê ku li dijî faşîzmê têdikoşe û dilê wî/ê ji bo azadiyê lêdide, pîroz be. Di şexsê fermandarê mezin ê vê pêngava lehengî hevrê Egîd de, em hemû şehîdên berxwedanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Pêngava 15’ê Tebaxê di wateya dîrokî de li dijî zext û êrîşên topyekûn ên faşîzmê nûneriya jiyana azad dike. Têkoşîna 39 salan a ku gelê Kurd bi Pêngava 15’ê Tebaxê li dijî terorê dimeşîne, ne tenê li dijî dewleta Tirk li dijî hemû sîstemên hegemonîk e. Hegemonyaya cîhanê ya sîstema dewletparêz a kapîtalîst li ser parçebûna Kurdistanê, tunehesibandina civaka Kurd û îmhaya wê hatiye avakirin. Lewma têkoşîna ku tê dayîn, li dijî hegemonyaya cîhanê tê dayîn.

Pêngava 15’ê Tebaxê îfadeya rizgariyê ye ku li ser bingehê parastina cewherî derketiye holê. Gelê Kurd li dijî faşîzmê parastina xwe ya cewherî ava kiriye û stratejiya ku gel û gerîla li dijî faşîzmê bimeşîne diyar kiriye.

Weke gel û gerîla em di nava şerekî mezin de ne. Dijmin ji bo tunekirina têkoşîna me hemû derfetên xwe seferber dike. Bi rêbazên şer ê qirêj, êrîşî gerîlayên azadiyê dike. Ji gelê Kurd bigire heta kevir û xak û her tiştê Kurdistanê ji bo we dijmin diyar kiriye, gel qetil dike û armanc dike ku xwezaya Kurdistanê jî tune bike. Armanca wê ew e ku azadiya Rêber Apo û zindîbûna Modela Modernîteya Demokratîk asteng bike. Di berxwedanên Rêveberiya Xweser de hemû şervanên di bin fermandariya Çiyager û Zeryanan de ku şopdarên fermandar Egîd in, sendromek bi dijmin dan jiyandin. Sekna PKK gel e ya Mehmet Tûnç û Asya Yuksekan û têkoşîna gel û gerîla, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîzan ber bi hilweşînê ve bir. Lewma têkoşîna azadiyê têkoşînek e ku gel û gerîla bi hev re bimeşîne û faşîzmê tune bike.

Li ser vî bingehî em Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşekî mezin pêşwazî dikin, azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me wê bibe armanca têkoşîna me û weke gelekî em ê li dijî rejîma faşîzan têkoşîneke têkoşîneke bê navber pêş bixin.”