YPS-YPS JIN: 15'ê Tebaxê navê hêviyê ye!

YPS-YPS JIN: Pêngava 15'ê Tebaxê di têkoşîna gelên bindest, jin û ciwanan a dijî modernîteya kapîtalîst û zaliman de ne tenê qîrîneke raperînê ye, di heman demê de navê hêviya ji bo serketinê ye.

Koordînasyona YPS-YPS JIN'ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di salvegera 36'an a Şoreşa Vejînê de, ku em dikevin salvegera 5'an a berxwedana me ya xwerêveberiya demokratîk, di serî de fermandarê mezin ê Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz, Fermandarên Berxwedana Xwerêveberiya Demokratîk Çiyager û Zerya, hemû şehîdên berxwedanê, gerîla û fermandarên me bi minet û rêzdariyeke mezin bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê li milîsên YPS û YPS JIN'ê, gelê Kurd û dostên tevgera aadiyê hate pîrozkirin û hate gotin, "Di vê pêvajoyê de ku em di fînala azadiyê de ne, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji bo azadiya Rêberê me, ji bo hesabpirsîna ji mêtingerî û xiyanetê, têkoşînê û berxwedanê bilind bikin."

'PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ BÛYE NAVÊ HÊVIYÊ'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, "Pêngava 15'ê Tebaxê, li dijî modernîteya kapîtalîst, dîktator û zalimên wê, ji bo têkoşîna gelên bindest,  civakên ku dinyayeke azad, wekhev û demokratîk dixwazin, ji bo jin û ciwanan ne tenê qîrîna raperînê ye, di heman demê de bûye navê hêviya serketina doza wan a mafdar. Di kêliyekê de ku rûmet û hêviya gelê me ya ji bo azadiyê bi dawî dibû, li zemîna ku faşîzma 12'ê Îlonê bi tundî teslîmiyet li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ferz dikir, Pêngava 15'ê Tebaxê ya ku li Dihê dest pê kir, ne tenê derb li mêtingeriyê xist, di heman demê de bersiv da xiyaneta ku bi mêtingeran re dimeşe. Bi vî rengî rêya gelê me û gelên li herêmê ya ber bi azadiyê ve ronî bû, rêya jiyana nû heta dawiyê vebû."

'AGIRÊ ME BI KELEHÊN QESRÊ DIKEVE'

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, Çiyager û Zeryayên dan ser şopa fermandar Egîd, taliya bêhempa ya gelê Kurd û gelan dîtin û pêşengî ji berxwedana xwerêveberiya demokratîk re kirin ku pêngava duyemîn a 15'ê Tebaxê bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Fînala taliya bêhempa di serî de li Heftanînê niha li çar parçeyên Kurdistanê, li bajar û metropolên mêtingeran bi têkoşîneke xurt dewam dike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev agirê îro li çiyê bê ketiye, geş dibe û xwe gihandiye kelehên rejîmên qesrê û dîktatorên mêtinger hemûyan.

'EM Ê ARMANCÊN WAN BI SER BIXÎNIN'

Di dawiya daxuyaniya Koordînasyona YPS û YPJ JIN'ê de wiha hate gotin, "Di şexsê fermandar Egî de şehîdên Pêngava 15'ê Tebaxê hemûyan, di şexsê Çiyager û Zeryanan de jî şehîdên Xwerêveberiya Demokratîk hemûyan û şehîdên têkoşîna dijî rejîmên qesrê û dîktatoriya li Kurdistan û Rojhilata Navîn hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin. Em dibêjin, em ê armancên wan teqez bi ser bixînin."