YPS: Li Amedê di çalakiyan de 10 polîs hatin kuştin
YPS'ê bi wesîleya 1. salvegera damezrandina xwe li Amedê çalakî lidar xist. Di van çalakiyan de 10 polîs hatin kuştin, 17 jî birîndar bûn.
YPS'ê bi wesîleya 1. salvegera damezrandina xwe li Amedê çalakî lidar xist. Di van çalakiyan de 10 polîs hatin kuştin, 17 jî birîndar bûn.
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser encamên çalakiyên li Amedê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 16'ê Çileyê saet di 16:30 de, li cihekî nêzî Zanîngeha Dîcleyê ya li navçeya Sûr a Amedê, yekîneyên me li dijî otobuseke hêzên polîsan a di rê de bû çalakî pêk anîn. Ev çalakî bi wesîleya 1. salvegera damezrandina YPS'ê û ji bo bîranîna endamên me Bager, Zanyar û Dirêj ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Delîl ve hate lidarxistin.
Li dijî otobusa polîsan a di rê de bû çalakiya sabotajê hate lidarxistin û di encamê de otobus bi giranî îmha bû. Di çalakiyê de 8 polîsên qesrê hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn ku birîna 3 ji wan giran e. Bi 22 ambûlansan, ku helîkopter jî bi wan re hatin, mirî û birîndar ji cihê çalakiyê hatin rakirin.
Paralelî vê çalakiyê, baskekî din ê yekîneyê, li polîsên ji bo teqwiyeyê hatin ji cihekî nêz lê dan. Piştre derbên xweş li tîmên taybet ên polîsan jî hat xistin. Li vir 2 polîsên tîmên taybet hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.
Di heman demê de li Sûrê 2 qemyonên ji bo dewletê dixebitîn hatin sekinandin û şewitandin.
Di şeva 14'ê Çileyê saet di 02:00 de, li ser rêya navbera taxên Kaynartepe û Mûradiye yên navçeya Karazê, yekîneyên me li 2 polîsên tîmên taybet û nobedarekî xistin. Di encamê de polîsek û nobedar birîndar bû."