YPS-JIN li Amedê li wesayita polîsan xist

YPS-JIN'ê li navçeya Farqînê ya Amedê bi bombeya deng li hemberî wesayita polîsan çalakiyek lidar xist.

Bi navê Tîma Bersivdanê ya Şehîd Canfeda Sason a YPS-JIN'ê daxuyaniyek hate weşandin û hate gotin, "Tîma me 25'ê Îlonê saet di 21:40'î de li navçeya Farqînê ya Amedê li taxa Yenîşehîrê bi bombeya deng li hemberî wesayita polîsên trafîkê çalakî kir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku polîs û leşkerên faşîzma AKP-MHP'ê bi taybetî ji aliyê MÎT'ê ve têne perwerdekirin û ji Kurdistanê re têne şandin û hate gotin, "Cihê van polîs û leşkeran li Kurdistanê nîne. Eger faşîzm bi taybetî leşker û polîsên şoven dişîne Kurdistanê, hingî weke YPS-YPS JIN hedefa me ya sereke polîs û leşker in. Ev şexs di bin kontrola me de ne. Bi rê û rêbazên cuda çalakiyên me wê dewam bikin."