YPS’ê nasnameya 4 endamên xwe yên şehîd eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê nasnameya 4 endamên xwe eşkere kir yên ku di sala 2015’an de di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûbûn.
Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê nasnameya 4 endamên xwe eşkere kir yên ku di sala 2015’an de di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûbûn.
Navenda Çapemeniyê ya YPS’ê nasnameya 4 endamên xwe yên şehîd eşkere kir.
YPS’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:
“Em îlana şehîdên xwe yên YPS û YPS-Jinê’ê ya ji sala 2015’an û vir ve bi raya giştî û gelê Kurd re par ve dikin. Ji ber şert û mercên dijwar û rewşa xweser a şerê bajaran, me hin rewşên ne diyar jî, zelal kiriye. Li gorî van agahiyan hevalên me yên bi navê Dilgeş, Cûdî, Zinar û Mûstafa piştî berxwedaneke bi qehremanî di dem û cihên cuda de, gihiştine şehadetê.
Hevalên me Dilgeş, Cûdî, Zinar û Mûstafa yên ku bêtirs û xof tevlî têkoşînê bûne, bûne mîlîtanên çalak ên berxwedanê. Bi hesta tolhildanê ev hevalên me di nav refên YPS’ê de her peywira xwe bi cih anîne û heta gulleya xwe ya dawîn şer kirine. Li ser vî esasî malbatên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê tola wan bistînin.”
Nasnameya şervanên YPS’ê yên şehîd wiha ne:
Nav û Paşnav:: Muslum Tayyar
Nasnav: Dilgeş
Cih û Dîroka Jidayikbûnê:Farqîn / 1993
Cih û Dîroka Şehadetê:Farqîn / Mijdar 2015
***
Nav û Paşnav: Devrîm Yacan
Nasnav: Cûdî Faraşîn
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Şirnex / 1995
Cih û Dîroka Şehadetê:Gever / 25’ê Adara 2016
***
Nav û Paşnav: Alîcan Ûtanç
Nasnav: Zinar Siyabend
Cih û Dîroka Jidayikbûnê:Şirnex / 1995
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 2016
***
Nav û Paşnav: Mûstafa Dûman
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: 1999
Cih û Dîroka Şehadetê:Wan / 06-09-2016 “