Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

YPS'ê li ser çalakiyên xwe daxuyaniyek weşand

Endamên YPS/YPS Jinê li Amed û Edeneyê, li dijî polîsan çalakî pêk anîn.

Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS'ê de ev agahî hatin dayîn:

AMED

"Roja 6'ê Çileyê, yekîneyeke me li dijî polîsên li ber avahiya AKP'ê ya Amedê nobed digirtin, çalakiyek pêk anî. Hêzên YPS'ê bombeya destan avêtin polîsên li vê derê, piştre jî bi çekên ferdî lê dan. Piştî çalakiyê, bi wesayîtên zirxî û ambûlansekê mirî û birîndarên dijmin hatin rakirin. Hêzên YPS'ê nekarîn encamê vê çalakiyê zelal bikin.

Heman rojê, derbên xweş li wesayîteke polîsan a li ser rêya Rihayê hat xistin, lê encama li vir jî nehat zelalkirin.

Li navenda Karazê, di şer de endamê me yê bi nasnav Dirêj ê ji Licê, şehîd bû. Hevalê Dirêj heta fîşeka xwe ya dawî li dijî çeteyên qesrê şer kir û bi ruhekî mezin ê berxwedêriyê şehîd bû.

EDENE

Li navçeya Seyhan a Edeneyê, yekîneyeke me bi bombeyên destan çalakiyek li dijî qereqolê pêk anî. Encama vê çalakiyê nayê zanîn.