YPS’ê li Amedê li dijî endamê MÎT’ê çalakî kir

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê diyar kir 20’ê Cotmehê li Farqînê ya Amedê endamê MÎT’ê  mamosteyê bi navê Îzzet Guven ku li ser navê MÎT’ê xebat dikir bûye hedef.

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê li Farqînê ya Amedê li dijî endamê MÎT’ê ku li ser navê MÎT’ê xebat dikir çalakiyeke pêk anî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPS’ê wiha ye:

‘’20’ê Cotmehê saet 21.45’an yekîneyên me yên YPS’ê li Farqînê ya Amedê bi çekên ferdî li mamosteyekî bi navê Îzzet Guven xistine ku endamê MÎT’ê bû û li ser navê MÎT’ê xebat dikir. Di çalakiyê de endamê MÎT’ê yê bi navê Îzzet Guven bi giranî birîndar bûye û yekîneyên me yên YPS’ê bi rengekî silamet gihaştine cihên xwe.

5’ê Cotmehê di navbera Licê û Hênê ya Amedê de dema ku yekîneyeke me ya YPS’ê ji ser peywira xwe vedigeriya ketine ber kontrola hêzên dijmin. Piştî şerekî demkurt ê li vir hevrêyê me yê bi navê Zerdeşt Lice dîl hatiye girtin.’’

YPS’Ê GABAR ZÎLAN BI BÎR ANÎ

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê her wiha diyar kir ku 8’ê Îlonê li Erdîşê ya Wanê dema ku yekîneyeke YPS’ê diçû ser peywira xwe ketine kemîna wesayitên zirxî yên hêzên dewleta Tirk û got: ‘’Li vir şerekî demkurt çêbûy eû hevrêyê me Gabar Zîlan bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye. Di bûyerê de hêzên gemarî yên şer ên AKP’ê welatparêzekî bi navê Zafer Ceyhan piştî ku sax girtine şehîd xistine. Di serî de malbatên welatparêz ên Polat û Ceylan em sersaxiyê didine hemû malbatên Kurdistanê û son dixwin ku xwîna wan li erdê nehêlin.

Agahiyên sicîlê yê şervanê me yên YPS’ê wiha ye:

Navê Kod: Gabar Zîlan

 Nav Paşnav: Onder Polat

Jidayikbûn: 1990 Wan /Erdîş