YPS’ê bîlançoya çalakiyên xwe yên di sala 2021’an de eşkere kir

Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bîlançoya çalakiyên xwe yên di sala 2021’an de eşkere kir.

YPS’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wan li Tirkiye û Kurdistanê çalakiyên xurt kirine.

YPS’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan di sala 2021’an de ev çalakî kirine.

“*Tîma Tolhildanê ya şehîd Mazlûm Tekdag a YPS’ê di 3’ê Çileyê de li navçeya Arnavûtkoyê ya Stenbolê li dijî benda kontrolê ya polîsan çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndarên dagirkeran nehate zelalkirin û piştî çalakiyê sê ambûlans hatin qada çalakiyê û birîndar birine nexweşxaneyê.

*Endamên Tîma Tolhildanê ya şehîd Berfîn Cîzre ya YPS-JIN’ê di 26’ê Çileyê de li Taxa Akkapi ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê li dijî atolyeya mobîlyayê ya kesekî faşîst çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de beşeke mezin a fabrîkeya 2 hezar metrekare şewitî.

*Endamên Tîma Tolhildanê ya şehîd Xemgîn Roj a YPS’ê;

-21'ê Nîsanê saet di 22:00 de li taxa Nûrê ya Cizîrê li dijî polîsên ku hewl dan dest li pîrozbahiyên Newrozê werde, çalakî kirin. Bi molotofan ji gelek aliyan ve derb li wesayita polîsan hate xistin.

-20'ê Nîsanê endamên me li dijî wesayitên ku dixwestin bikevin taxê çalakî kirin. Di çalakiyê de derb li 3 wesayitên zirxî yên polîsan hate xistin û wesayit ji herêmê hatin dûrxistin.

-20'ê Nîsanê saet di 20:00 de li taxa Cûdî, endamên me li dijî wesayitên polîsan bi molotofan çalakî kirin. Heman êvarê saet di 21:00 de dema ku polîs kom dibûn endamên me bi bombeyên deng çalakî li dar xistin.

-10'ê Nîsanê saet di 21:24'an de li navçeya Peyasê ya Amedê Şevket Toprak û Ekrem Zazaoglû ku alîkarên Serokê faşîst ê çeteyên bajêr ê MHP'ê ne, dema bi wesayita xwe li ser rêya Gazîlerê diçûn bi çekên ferdî li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de derb li wesayitê hate xistin.

*Endamên Tîma Tolhildanê ya şehîd Çiyager Hêvî ya YPS’ê di 2’ê Gulanê de li navçeya Avcilarê ya Stenbolê li wesayîta polîsan xist. Di vê çalakiyê de 2 polîs birîndar bûn, hejmara polisên mirî nehate zelalkirin. 

*Endamên Tîma Tolhildanê ya şehîd Xemgîn Roj a YPS’ê di 19’ê Gulanê de li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê li wesayîta polîsekî endamê TEM’ê xist. Bi molotofan ev çalakî hate kirin û wesayît hate asta ku êdî neyê bikaranîn.

*Endamên Tîma Tolhildanê ya şehîd Kawa Çekdar a YPS’ê di 1’ê Hezîranê de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi bombeyên destan li mala serokê AKP’A Nisêbînê Latîf Ozel da.

*Endamên Tîma Tolhildane ya şehîd Çiyager Hêvî di 12’ê Hezîranê de li gundê Çakmakli ya navçeya Arnavûtkoyê ya Stenbolê li polîsekî sivîl da. Di çalakiyê de polîsê sivîl hate cezakirin.

*Endamên Tîma Tolhildanê ya şehîd Zana Farqîn a YPS’ê di 12’ê Hezîranê de li Taxa Denîzlî ya Seyhana Edeneyê li notirvanan da. Di çalakiyê de yek jê bi giranî du notirvan birîndar bûın.

*Endamên Tîma Tolhildanê ya şehîd Mahmût Can Çakir a YPS’ê;

- Di 20’ê Hezîranê saet di 21:00 de li navçeya Seyhanê ya Edeneyê bi navê Şehîd Denîz Poyraz çalakiyeke bîranînê kirin.

-Di 13'ê Hezîranê li navçeya Farqînê ya Amedê li hemberî stasyona Bazê çalakî kirin.

*Endamên Tîma Tolhildanê ya şehîd Botan Amed a YPS’ê di 26’ê Hezîranê de li Baglara Amedê rê girt û çalakî li dar xist. Dema ku polîs bi wesayîtên zirxî hatin qadê, endamên me bi bombeyên destan li polîsan da.

*Endamên Tîma Tolhildanê ya şehîd Rojger a YPS’ê

-28'ê Hezîranê li Fatîh a Stenbolê li hemberî febrîqeyeke pêlîstokan çalakiyeke berfireh hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de bi dehan dikan şewitîn.

-29'ê Tîrmehê li sûka Ûnkapani ya Stenbolê firoşgeha AKP'iyekî hate şewitandin.

-Li heman herêmê klûbeya polîsan a li otoparka Yedî Emîn hate şewitandin û îmhakirin.

-30'ê Tîrmehê li Piyale Paşa ya Stenbolê 3 wesayitên luks ên parkkirî hatin şewitandin.

-15'ê Tebaxê li Fatîh a Stenbolê, bufeyeke Şaredariya AKP'î ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.

-15'ê Tebaxê li navçeyên Gungoren, Îkîtelî û Kuçukçekmece yên Stenbolê 3 otobusên ÎETT'ê hatin şewitandin.

*Endamên Tîma Tolhildanê ya YPS-JIN Şehîd Nûcan Malatya;

-24'ê Tîrmehê li navçeya Farqînê ya Amedê li dijî gazînoya leşkerî ya li ser Kolana Gazî bi bombeyên bi dest çêkirî çalakî hate kirin. Piştî çalakiye gelek leşker û polîs şandin cihê çalakiyê.

-28'ê Tîrmehê li navçeya Onikişubatê ya Meraşê depoya A101 ya AKP û hevkarên wê hatiye şewitandin û bi temamî hatiye şewitandin.

*Endamên Tîma Tolhildanê ya Şehîd Senar Garzan ên YPS'ê;

-31'ê Tebaxê li Meraşê Depoya Îzolasyona Avaniyê Îzomîr hate şewitandin.

-1'ê Tebaxê li navçeya Amedê Farqînê li dijî Fermandariya Alayê ya Jandarma bi bombeyên bi destan çalakî hate kirin. Piştî çalakiyê dagirkeran gelek leşker şandin cihê çalakiyê, bi ambûlansan kuştî û birîndarên xwe rakirin. Hijmara kuştî û birîndaran zelal nebû.

-1'ê Tebaxê li navçeya Sûrê ya Amedê mekîneyeke kar a Şaredariya Mezin a ku hatî desteserkirin hate şewitandin.

- Endamên Tîma Tolhildanê ya YPS Şehîd Bager li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 24'ê Îlonê kontrayên bi navê Abdulhalîm Elçîoglu û Firaz Xelîl ku di îxanetê de bûn û bûne sedema şehîdbûna endamekî me, ceza kirin.

* Endamên Tîma Tolhildanê ya YPS'ê ya Şehîd Bager Tolhildan 6'ê Cotmehê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi bombeyan bi destan bi armanca hişyarîdayinê çalakî birin ser mala Serhat Aslan.

* Endamên Tîma Tolhildanê ya YPS'ê ya Şehîd Adil Gîte 17'ê Mijdarê li Cizîrê li dijî kontrayê bi navê Emîn Negis çalakî kirin. Ev çalakî ji ber şaşiyeke teknîkî tam negihişt armanca xwe. Piştî çalakiyê kontrayê bi navê Emîn Negis birîndar bû.

* Endamên Tîma Tolhildanê ya Şehîd Deniz Poyraz a YPS-JIN, li navçeya Farqînê ya Amedê li 6 taxan bi fîşekên hewayî 27'ê Mijdarê, salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kirin.

* Endamên Tîma Tolhildanê ya YPS'ê yên Şehîd Demhat Spêrtî 4'ê Kanûnê li Cizîrê kontrayê bi navê Tahîr Guven ceza kirin.”